BREMEN – Çegerên bajarê Bremen ê bi daxuyaniyekî niviski piştgiriya xwe bi hêzen HPG û YJA Starê nişan dan. Di daxuyaniya xwe de dibejin:
“Ev çend hefte ye ku Tirkiye bi êrîşên hewayî û bejayî bi awayekî hovane êrîşî herêmên Gerîla yên Başûrê Kurdistanê dike. Piştgiriyê ji partiya Barzanî PDK ya Rêveberiya Xweser distîne. Di dema ku Îsraîl û Ukrayna li Elmanyayê bi tevahî piştgirî distînin, medyaya Elman li hember êrîşên hevkarê NATO yê Tirkiyê yên li ser gelê Kurd û şervanên azadiyê bêdeng dimîne.
Ji bo li dijî vê bêdengiyê em weke enternasyonalîstên Bremenî hevgirtina xwe ya bi têkoşîna azadiya Kurd û nirxên wê re tinîn ziman.
Lê em nikarin vê yekê bihêlin, dostên li çiyayên azad ên Kurdistanê bênavber li berxwe didin û ji bo piştgiriyê bidin wan, divê em li Bremenê jî zextên li ser berpirsyarên xwe zêde bikin û li dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin.
Bala xwe bidin bangên çalakiyan li herêma xwe û beşdarî xwenîşandan û çalakiyan bibin.
Berxwedan jiyan ê!”