ŞENGAL – Di meha Nîsanê de Xero Belo ku ji xelkê Guhbel ê, ji aliyê dewleta Iraqê hatiye qalqapê rakirin û hat girtin. Niha 15 roj ji girtina Belo derbas nebûn dewleta Iraq niha dixwazê Xelo Belo darve bike.
Li hember we civaka Êzidî helwesta xwe diyar dikê û dibejê ’em nahelin ku Xelo Belo werê îdam kirin. Xelo Belo li hemberî Daîş şer kir û bi wî rengî berpirsyartiya xwe ji bo parastina civaka Êzidî bi cih anî. Sibe saet 4 herkes li Sinûnê kom dibe û bi meşekî li hemberî hikûmeta Iraqê derkeve. Ciwanekê Êzidî bi navê Zerdeşt Şengalî li ser we mijarê bi ajansa me ya Nûçe Ciwan axifî û got:
Em hîkumeta Iraqê sucdar bibînen
Berê çend rojan hûkme îdamê ser Xero Belo Qulo hat. Em hîkumeta Iraqê sucdar dibînin. Li dîrokê de û hîkumeten dûnya d tiştek wisa nayê dîtin. Piştî 15 rojan ku Xero Belo Qulo hat girtin cezayê îdamkirinê derket. Di qanûna Irakê de jî insanên wisa neyen îdamkirin. Dibe di girtingeh de bimîne lê nayê îdamkirin.
Hîkumeta Irak’ê dibejê ew şer kiriyê, erê li hemberî DAİŞ şer kir û dibejîn berê salekê bû. Di wê demê de malbaten Zinax xwastin wegerin Şengal’ê û wê demê hêzên dewleta Iraqê pir pirsgirek derxistine ji bo wan malbatan derbasî Şengal bibin. Nav wan de keçekê girtine. Ew keç niha dibejê ‘ew gel DAİŞ’ê bû’ lê tene keçekê wisa gotiye, ev nabe sedem ku ew were îdamkirin.
Îro li hemberî keçên û xwişkên me, dayikên me, bav û birayên me hûkme îdam pêk werê tiştekê naxweş e..
Xero Belo hêza fedaî dayê ciwanan Şengalê
Em Xero Belo weke mamê xwe, bavê xwe dibînin û niha hîkumeta Iraqê dixwaze ew îdam bike. Ew hêzekê fedaî dida Şengal, ji bo ciwanan bi hêza fedaî civaka Şengal parastine.
Dema hatiyê girtin 4 ciwanên Êzidî piştî we sekinî û ew jî hatin girtin û hîkumeta Irak dibejê ew kesek Erep kuştine. Keçekê Êzidî jî hatiyê girtin heya niha sedema wê naye zanîn jî. Ew her roj wisa dikin û em wekî ciwan vê qebul nakin.
Bila herkes xwedî gelê xwe derkeve
Bangawaziya me ji bo giştî ciwanên Êzidî û insanen ku dibejin ez însanim bila li hemberî vê tiştê rabin ser piyan. Me heya niha nedît kesen ku di parlamentoya Iraq rûniştin ji bo me rabûne. Ji ber eger em vê rewşê qebul bikin, sibê bav û birayên me jî cezayê îdamkirinê re rû bi rû biminin.
Bangawaziya me ji bo mezinên Êzidiya heye, ji bo her insanekê ku dibejê ‘ez Êzidime’ em li hemberî we yek dest bin, yek itifaq bin û em li hemberÎ wî hûkme bisekinin. Em dibêjin bese, bese bindestî! Eger em îro bi xwe xwe xwedî dernekevin, kesek ji Êzidiyan xwedî dernakeve, eger em îro xwe naparezîn, yek ji me Êzidiya naparezin.
Ji ber eger me parastiba hûkmekê îdam li hember Êzidiyek derneketiba. Em vê nehelîn û eger pewiste em ji canê xwe xwedî vê miletî bikin.