TEBQA – Ji Rêber Apo yê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha tu agahî nayê girtin. Ligel vê li Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.
Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê li hemberî wê, bi destên xwe dest bi amadekirina pankartên bi nivîsa “Azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re” û “Bi jin, jiyan, azadî em ê Rêbertî fîzîkî azad bikin” kirin.
Li Tebqa li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û li dijî bêdengiya navneteweyî û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker gelek çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.