MINBIC – Ajansa me bi hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbic ê bi navê Hesên Bekarî ser çalakiya ciwanên dijî tecrîda Rêber APO axifî. Hesên Bekarî nerîna xwe bi wî rengî anî ser ziman:
“Navê min Hesên Bekarî yê û ez hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbic ê me. Me wek Tevgera Ciwanên Şoreşgera ya Minbic ê meşa meşeley li dar xist. Armanca me bi we meşê ew ê ku wek tê zanîn dewleta Tirk a faşîst li ser Serokatî cezayê dîsiplîne nû kir û em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger bi rihê şoreşgerî û Apoçî we dagirkera Tirk têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.
Hedefa me ya esasî azadiya fîzîkî ya Serokatiyê ji ber ku Rêber APO rêya azadiyê nîşanî me û gelên bindesta kir. Rola Rêber APO di rizgarkirina zîhniyeta dewleta ku taybet li Bakur û Rojhilatê Suriyê dihat meşandin bingehînê. Niha ber çavên her kesî re dewleta Tirk a faşîst li ser Rêbertî cezayê dîsiplîne ya 6 mehan nû kir û em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger we nezîkatî dijî mirovahî û Rêber APO şermezar dikin.”