WAN – Ciwanên Tûşbayê bi pêxistina agir tecrîda li ser Rêber APO protesto kirin.
Tecrîda li dijî Rêber APO li taxên Akkopru û Duzyol ên navçeya Tûşba ya Wanê bi girseyî hate protestokirin. Ciwanan jî bertek nîşanî cezayên giran ên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatin dayîn û bi daxwazên “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareseriya” çalakiya xwe berdewam kir.
Ciwanan li gelek nuqteyan agir pêxistin û timî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi girtina rê, pêxistina agir, avêtina keviran û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.