HAMBÛRG – Bi pêşengtiya JXK Hambûrgê li Elmanya yê Xwendekarên li zaningeha Hambûrgê êdî bi xwendina nirxandinên Reber APO li ser azadiya jinê û azadiya gel dest pê kir. Ser esase gotina Rêber APO ku dibejê: “Li ku derê parêznameyên me tên xwendin, ez li wir im.” xwedina Rêber APO di bin hemleyê ‘Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareserî’ dest pê kir. Derbarê mijarên cûr bi cûr wek wateya azdî, giringiya pêşxistina jinê, hevjiyana azad û nirxên civakî ên demokratîk gelek niqaş jî pêş dikevin. Jinên Ciwan ên JXK Hambûrge ji bo dest pê kirina xwendina Rêber APO digotin: “Armanca me xwe perwerde kirin û xwe kûrkirin di paradigma me de, daku fikrê û felsefeya Rêber APO hîn zêdetir di her derê de were belavkirin û jiyan kirin.”