MEXMÛR- Di çerçoveyê kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de di bin dirûşmeya “Bi Rihê Sara û Bişengan, Wê Xwedewendên Serdemê Tecrîdê Bişkînin û Rêber APO azad bikin”de îro danê sibê Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê komxebatek li ser Jin û Rêbertî da destpê kirin. Komxebat saet 9 destpêkir û bi giştî wê du roj bidome. Zêdetirî 50 delegyên kû ji endamên saziyan û jinên Ciwan pêktên, beşdarî komxebatê bûn.
Ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO komxebata Jinên Ciwan bi çosekê mêzin hat destpê kirin. Bername axaftina bixêrhatinê delegeyan û bi deqeyek rêzgirtin ji bo biranîna Şehîdan destpê kir.
Komxebat bi axaftina bixêrhatinê ji aliyê Endama Peymangeha Ş. Kerim Kato, Silan Bilen ve hat kirin. Di axaftinê de hat diyar kirin ku “Ev kombûna Jinên Ciwan pêngavekê giringe, li ser vê esasê pêwîste hemû jin û jinên ciwan rola pêşengtiyê bileyîzin. Li ser vê esasî di pêvajoyekê wiha de beşdarbûna herkesî girîng e.” Axaftina vêkirinê jî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr a bi navê Kajin Özek hat kirin û bal kişand li ser girîngiya vê komxebat û avakirina niqaş di nav jinên ciwan de.
Roja Yekem bi xwendina perspektîfa Rêber APO û mijara yekem li ser “Sê zayîna Rêbertî” bidome.