NAVENDA NUÇEYAN- Di daxuyaniya Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr de hate gotin, “Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo di şeva 19’ê Gulanê de li taxên Esentepe, Cûmhûriyet û Yenî Mahalle yên Geverê çalakiyên hevdemî hatin lidarxistin.”
Hate ragihandin ku li her sê taxan saet di 20:30’î de çalakiyên ‘girtina rê’ û ‘şewitandin’ê hatin lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, li taxa Cûmhûriyetê ji du baskan ve bi molotofan li wesayita zirxî hate xistin û dagirkeran derbeke giran xwarin.
Li gorî daxuyaniyê tîmên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr piştî çalakiyan bi rengekî serketî vekişiyan qadên ewle.