MEXMÛR- Li wargeha Penaberan a Mexmûrê de ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO komxebata Jinên Ciwan bi kelecanek mezin û bi beşdarbûna delegeyan û saziyan destpê kir. Beriya ku komxebat destpê bike deqeyek rêzgirtin ji bo biranina şehîdan hate rawestin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr a bi navê Kajin Özek ve hate kirin û wiha hati gotin: “ Hedefa me azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Weke jinên ciwan divê em rola xwe ya pêşengtî bileyzin û bingehê paradigmaya Netewa Demokratîk dagirin. Mijarên me yên ku emê li ser bisekînin Jin û Rêbertî ye. Li ser vê esasî beşdarbûna herkesî bi niqaşên xurt û kûr girîng e. “
Her wiha ji aliyê Endama Akademiya Ş. Jiyan ê bi navê Diljin Kara perspektifa Rêber APO hate xwendin. Piştra peyamê slavkirina ku ji aliyê jinên ciwanên Rojava hat temaşe kirin. Di berdewamiya bername de semînara yekem hat pêşkeşkirin, semînar derbarê “Sê Zayîna Rêber APO” bû û di vê çercoveyê de sinevziyonek hat nîşan dan.
Di komxebatê de li ser pêşengtiya jinê ya di civaka xwezayî de û çawa jin ji aliyê pergala zilamsalarî ve hat xistin û kolêkirin bal hat kişandin. Gelek nirxandinên berfireh li ser jin û xwezabûyina wê, li ser jin û jiyankirina fikîr û felsefeya Rêbertî, her wiha ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO erk û rola jinê çawaye hat meşandin.
Di encama niqaşên de jinên ciwan carekî din diyar kirin ku tecrîdekî giran li ser Rêber APO heye û tirsa dijmin ji fikrê azad heye. Di pêvajoyekê wisa da pêwîste herkes xwedî erk û rola xwe derkeve, taybet pêşentiya pêngava azadiya fizikî ya Rêber APO bike. Jinên ciwan pêşengên civakê ne û jin bi fikrê Rêber APO bi hêzin. Lazime em têkoşîna û berxwedana xwe mezin bikin û li hemberî şerê taybet bisekînin. Jin wê xwe birêxistin bikin, perwerde bikin û bibin xwedî zanebûneke mezin.
Li ser vê esasî roja Yekem bi semînara “Sê Zayîna Rêber APO” bi dawî bû.