GIRKÊ LÊGE – Komîteya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya bajarokê Girkê Lêge erka xwe ya parastina civakê bi cih tînin û ser kolanan nobet digrin. Ji bo ewlekarîya civakê Ciwanên Şoreşger erebeyên kontrol dikin û berpirsyartiya xwe li hember gelê xwe û welatê xwe radikin.
Ev çalakiyan di çarçoveyê parastina rewa û stratejiya şerê gelê şoreşgerî tên li darxistin. Ji bo ku civak azadiya xwe winda neke lazim e ku bikaribe parastina xwe bike. Dema hêzekî derve civak yan jî tenê beşekî biçûk ê civakê xebatê eskerî dike, civak dikeve di bin kontrolê wan de û îrade û azadiya xwe winda dike.