NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Amed û Geverê li dijî tiryakfiroş û dagirkeran çalakiyek bi teqemeniyên destçêkirî (EYP) li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên MAKê li Amed û Geverê li dijî tiryakfiroş û dagirkeran bi teqemeniyên destçêkirî çalakiyek li dar xist.
Şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin, bi şêweyê herî bêexlaqî li ser ciwanên Kurd tê ferzkirin. Îro amûra herî bingehîn a ku dewleta neteweya Tirk zindî dihêle, şerê taybet û avakirina çeteyan e. Dewlet bi pêkanînên xwe yên şerê taybet ciwan û jinên ciwan, hêza herî bingehîn a dînamîk û pêşeng a civakê dike hedef. Ciwan û jinên Kurd ew in ku di serî de bi destên çeteyan û yekîneyên îstîxbarat û qanûnê yên dewletê dikevin tiryak, fuhûş, qumar û gelek karên qirêj. Dewleta Tirk a dagirker hemû amûrên tinekirinê yên qirêj û exlaqî yên ku zîhniyeta netew-dewlet û kapîtalîzmê ji bo kontrolkirina civakê li Kurdistanê bi kar tîne. Ciwanên Kurd ên qehreman divê li her qadê xwe û derdora xwe li dijî van ferzkirina şerê taybet û qirkirinê bi rêxistin bikin.”