NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê Ferhat Kurtay bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 18’ê Gulanê saet di 18.00’an de li Stenbolê/Navenda Sultangazî Ugur Mumcuyê kargeha tekstîlê û pêlavan hatin şewitandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de xisareke zêde ya madî çêbûye û kargeh bêkar mane.
Daxuyanî wiha ye:
“Li dijî Operasyonên Siyasî û Leşkerî yên li Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê Milîsên HBDH’ê ve seferberiya çalakiyê.
Di 18’ê Gulanê saet 18.00’an de li Taxa Sultangazi Ugur Mumcu ya Stenbolê kargeha tekstîl û pêlavan ji aliyê Milîsên HBDH’ê Ferhat Kurtay ve hatin şewitandin. Di encama çalakiyê de zerareke zêde ya madî çêbûye û kargeh nikarin bên bikaranîn.
Bi vê çalakiya ku yekîneyên me ji bo tolhildana tecrîd û êrîşên îşkenceyê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê pêk anîne, em diyar dikin ku em ê li kêleka berxwedana girtiyên şoreşger ên di derfetên herî dijwar û kêm de û berxwedana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.
Dewleta Tirk a faşîst-qetilker ku her carê dixwaze têkoşîna rizgarî û azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên bindest û mêtinger tine bike; Dixwest bi dîlgirtin an jî tinekirina şoreşger û pêşengên şoreşê yên ku di eniyên herî pêş ên şer de bi şerkerî û berxwedana xwe encam bigire. Îro şert û mercên tecrîda mutleq û îşkenceyên giran ên li Îmraliyê û zindanan, zêdebûna êrîşên ku dişibin îşkence û qetlîamên li hemberî hevalên li girtîgehan, binçavkirin û girtina gelek welatparêz-şoreşgerên di encama zextên zêde de û faşîzma li Tirkiye û Kurdistanê û hedefgirtina saziyên gel, kiryarên dewleta faşîst a kolonyalîst-jenosîd e. Li hemberî van êrîşên îmha û qirkirinê, ciwan û gelê me yê welatparêz-şoreşger, di serî de hemû yekîneyên me, wê li ser xeta Şoreşa Yekbûyî werin cem hev û bersiva pêwîst bidin vî dijminê faşîst-şkencekar.
Weke leşkerên Şoreşa Yekbûyî em ê di xeta şoreşgerî û berxwedanê ya şehîdên meha Gulanê de ku li axa Tirkiye û Kurdistanê ji agirê dîrokê nivîsandine, bi berpirsyarî û erkên xwe bi ser bikevin, em ê hesabê vî dijminê qirker-faşîst bipirsin. têkoşîna me ya hevpar a li dijî faşîzmê!
Îro roja derxistina dagirkeran û hemû saziyên wan ji Kurdistanê ye.
Bijî HBDH!
Bijî Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan!
Bimre faşîzm”