MEXMÛR- Komxebata “Jin û Rêbertî” ku di 23’ê Gulanê 2024 de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê hatibû destpêkirin, îro roja duyemin de bi encamekî xurt bi dawî bû. Di komxebatê de li gel jinên ciwan, ji nûnerên saziyan jî bi dehan jin amadebûn. Di heman demê de jinên ciwan ji Rojava û Başur jî peyamên giring şandin.
Semînerên di derbarê sê zayînên Rêber APO, di encama zayînan de asta jin û zilam çîye û mîrasa tekoşînê emê çawa dewrî jinên ciwan bikin, erk û berpirsyartiya jinên ciwan çiye; hatin destgirtin. Bi taybet jî li ser girîngiya rol û mîsyona jinên ciwan di vê têkoşîne de, di parastina nirxên civakê û guhartin-veguhartin jiyankirinê de erk û berpirsyartiya jinên ciwan wek xalê esasî hat niqaşkirin.
Roja Yekem bi axaftina bixêrhatinê re destpêkir. Piştî wê ji bo biranina Şehîdan deqeyek rêzgirtin hate rawestin. Her wiha axaftina vêkirinê ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê hat kirin û perspektîfa Rêber Apo hat xwandin. Piştî xwandinê, semînera yekem li ser sê zayînên Rêber APO hat pêşkeşkirin û girêdayê vê sinevizyonek hat temaşe kirin. Her wiha di dawiya roja yekem de li ser girîngî û wateya sê zayînên Rêber APO û di van zayinan de jin li kuderê cih digrin; niqaş hatin meşandin.
Komxebat di Roja duyemîn de bi semînera li ser ‘ di encama zayînên Rêber APO de asta jin û zilam çiye’ berdewam kir. Piştra, mijara sêyemin li ser ‘ Emê vê mîrasa tekoşîne çawa dewrê jinên ciwan bikin, erk û berpirsiyartiya jinên ciwan çiye;’ hat destgirtin. Guhdarkirina fikrên Rêber APO yên li ser jinên ciwan lêhûrbûnek xurt avakir û paşê hem komisyon hem jî jinên ciwan ku beşdarbûn tevlî niqaşan bûn û nêrînên xwe parvekirin. Jin û bi taybetî jinên ciwan ku beşdarî komxebatê bûn serpêhatiyên xwe yên têkoşînê bi pêkhatê re parve kirin. Di niqaşan û nêrinan de girîngiya naskirina fikir û felsefeya Rêber APO û pirsgirêkên ku di têkoşîna jinan de tê jiyan kirin hatin ser ziman.
Li ser paradigmaya Rêber APO de peyamên girîng yên derbarê rola jinên ciwan, parastin û mîsogerkirina Rêveberiya Xweser û Demokratîk ya Mexmûre niqaş hatin meşandin. Ya herî girîng jî divê wek jin û jinên ciwan li ser fikrên Rêber APO xwe perwerde bikin, rêxistin bikin û ji bo mîsogerkirina jiyanek azad bi azadiya fizikî ya Rêber APO roleke sereke bilîzin. Di niqaşan de li ser projeya çareseriyê ya Rêber APO jî bal hat kişandin û hat diyar kirin ku projeya Rêber APO projeya çareseriyê ye, divê em xwedî li Rêbertiye xwe derkevin û li dijî komploya 9’ê Cotmehê têbikoşin.
Komxebata Jin û Rêbertî bi coş û kelecanekê mezin destpêkir û bi encamekê mezin bi dawî bû. Rêbertî wateyek mezin dide jiyanê û emê jî li ser vî esasî têkoşîna xwe bi vê wateyê bilintir bikin. Di encamnameya komxebatê de ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO de banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.