MEXMÛR- Komxebata Jin û Rêbertî a ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr û Akademiya Şehîd Jiyan de bi tevlîbûyîna 50 jinên ciwan ji bo fizikî azadiya Rêber APO hatiye li darxistin bi encamnemeyekê xurt hat bi dawî kirin.
Encamnameya Komxebatê bi vê rengî ye;
“JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ
Di dîroka 23 û 24 Gulanê de di çerçoveya kampanya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ de li Wargeha Mexmûre bi şiara ‘ Bi rihê Sara û Bişengan wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin û Rêber APO azad bikin’ komxebatek hat li darxistin. Komxebat bi tevlêbûna jinên ciwan û bi beşdariya nûnerên sazî û komîteyan 2 rojan berdewam kir. Di vê komxebatê de 3 mijarên esasî hatin destgirtin. Mijara yekemîn; her 3 zayinên Rêber APO, di bingehê fêmkirina Rêbertî de hate destgirtin. Mijara duyemîn; di encama her 3 zayînên Rêbertî de destkeftiyên jinan, girêdayî vê asta jin û zilam hate nirxandin. Weke mijara sêyemîn jî mîrasa tekoşînê ya avabûyî wê çawa dewrî jinên ciwan bê kirin, ji bo jiyanî kirina paradigmaya Rêbertî û azadiya fiziki a Rêber APO erk û berpirsyartiyên jinên ciwan çi ne, hatine nirxandin.
Wek jinên ku her bi zext, kuştin, koletî û tecawizê re ru bi ru mane, bi derketina Rêber APO êdî van zincirên koletiyê dişkîne; deskeftiyên ku me di tekoşina azadiyê de bi dest xist emê çawa biparêzin? Di serdema modernîteya kapîtalîst de ku mirov ji mirovbuyinê derdixe û roj bi roj hest û fikrê mirov dagir dike, li hemberî van êrîşên bîrdozî wek jin û jinên ciwan emê çawa xwe û civaka xwe biparêzin? Ev mijar xal bi xal hatin niqaşkirin û ji bo teqezkirina serkeftinê tespîtên giring hatin kirin.
Di mijara serekê de pêşketinên ku Rêber APO ji zarokatiya xwe heta pêvajoya komploya navnetewî û heta roja îro jî di kesayeta xwe de avakir û bandora van gav avêtinan li ser rastiya jinê hatin nîqaşkirin. Rêber APO bi tekoşîna xwe ya 50 salî nirxê mirovahî bilind kir, hêz û îrade avakir û riya jiyana azad ji bo mirovahiyê vekir. Hîna di 7 saliya xwe de jiyana paşverû red dike û dest bi lêgerina jiyana nû, civaka nû dike. Rêber APO dibêje; ‘Min civakbûna xwe bi xwe avakir û tekoşîna min li dijî kevneperestiyên civakê bû.’ Rêber APO di her keliya jiyana xwe de derketinên mezin di kesayet û tekoşina xwe de ava kiriye. Rêber APO di grava Îmralî de li hember şert û mercên tecrîdê yên giran vîn û hêzeke berxwedanê nîşandaye. Bi şoreşa zihnî û sekna xwe ya dîrokî, kariye azadiya kes û civakê di nava hev de pêşbixe. Lewma azadiya Rêbertî bûye azadiya tevahî civakê.
Di semînera duyemin de; wek jin emê projeya Rêbertî a nivço mayî çawa di her çar parçeyên Kurdistan û cihanê de pêşbixin, her wiha asta azadiya jin û zilam û guhertinên di civakê de hatine jiyan kirin, bi berfirehî hatin nirxandin. Bi arteşbun û partîbuna jinê, jinên Kurd êdî bi xwebuna xwe cihê xwe di her qada jiyanê de ( politika, siyaset, aborî, perwerde, parastin hwd) digrin. Hebûn û tevlêbuna jinê hişt ku tekoşîna li hemberî zayendperestî encamên giring bi dest bixin. Sistema Hevserokatî yek ji qadên ê vê ne. Rêber APO di tekoşîna azadiya jinê li ser bingeha Kuştina Zilam, Teoriya Qutbûnê û Hevberdana Bê Dawî pîvanên jiyana azad şêmber daniye holê. Ger em wek jin li ser van bingehan kesayeta xwe di her alî de bihunin, wê demê emê civak û jiyanê jî ji êrişên desthilatdariyê biparêzin.
Di vê mijarê de erka herî mezin dikeve ser milê jinên ciwan. Ji bo parastina nirxên civakê û destkeftiyên şoreşê, jinên ciwan bingeha civakbunê ne. Di seminera ku li ser rola jinên ciwan hat rawestandin, giringiya nasnameya jinên ciwan hat destgirtin. Wê jinên ciwan çawa xwedî li mirasa tekoşîne derbikevin, pirsgirêkên ku tên jiyan kirin emê çawa derbas bikin û wê çawa guhertin-veguhartina zihnî biherikînin nava giştî jinên ciwan; Di çerçoveya van mijaran de giringî ji perwerde û rêxistinbuna jinên ciwan re hat dayîn.
Wek jin û jinên ciwan di vê komxebatê de niqaşkirina asta tekoşina azadiya jinê, asta xwe ya fêm kirina heqîqeta Rêber APO û destkeftiyên me di nav paradigmaya demokratik de, moral û kelecanek mezin da avakirin. Pirsgirekên xwe parvekirin û çareseriyê di ramanên Rêber APO de dîtin destgirtinek nûjen di me de avakir. Bi vê coş û kelecana ku me ji komxebatê girtiye, emê tekoşina xwe ya azadiyê bigêhînin lutkeya herî jor û azadiya fizikî a Rêber APO mîsoger bikin.
BIJÎ RÊBER APO
BIJÎ TEKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ
JIN JIYAN AZADΔ