NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe li dar bixe. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariya vê kongre civîn tên li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê îro li Tirbêspî, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Til Hemîs, Arîşa, Çilaxa, Dêrîk û Dêrazorê jî ji bo amadekariya Kongreya xwe ya 4’emîn civînan bi endamên xwe re li dar xist.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rêziknameya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat xwendin. Piştre nîqaş derbarê li darxistina Kongre hat vekirin.