FREÎBÛRG – Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên k li qada Ewropayê ciwan rû bi rû ne, ciwanên Kurdistanê her sal bi organîzekirina çalakî û bernameyan tên gel hev.
Ciwanên ku li qada Ewropayê bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû man, her sal li Ewropayê Festîvala Çand û Sporê organîze dkin. Ji sala 2023’an ve ciwanan di bin navê Festîvala Ciwanên Kurdistanê de dest bi kombûnê kirin.
Festîvala Ciwanên Kurdistanê ku îsal cara duyemîn hat lidarxistin, îro li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi şîara “Çand Mertala Hebûna Me Ye” bi beşdariya bi sedan ciwanan dest pê kir.
Di çarçoveya ragihandina komîteya amadekar a festîvalê de ku wê di 25ê Gulanê de bê lidarxistin, ciwanên Kurdistanê bi mehane çalakiyên xwe yên festîvalê domanin. Li gelek welatan jî turnuvayên futbolê yên ciwanan û pêşbirkên bi çalakiyên Kurdistanî hatin organîzekirin.
Îro di Festîvala Ciwanên Kurdistanê de bi sedan ciwanên welatên weke Almanya, Hollanda, Belçîka, Fransa û Swîsreyê li hev civiyan.
Ciwanên ku di destpêka mîhrîcanê de ber bi dîwanê ve meşiyan bê navber dirûşma “Bijî Serok APO” berz kirin.
Mîhrîcan ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê di serî de Şehîd Bişeng Brûsk, Sara Hogir Riha, Dijwar Tolhildan û Tolhildan Qendîl bi deqeyeke rêzgirtinê berdewam kir.
Piştî rêzgirtinê, komîteya amadekar a festîvalê axaftina vekirinê kir.
Festîval berdewam dike…