FRANKFURT– Li derdora Navenda Çandê ya Dêrsimê û saziyên xwe yên ku îsal cara 14’an li Frankfurtê hat lidarxistin, hat gotin ku êdî dem hatiye ku em bi çand, ziman û baweriya xwe tola xwe ji dijminê zalim hilînin.
Hozan Comert ku ji ajansa me re axivî, wiha got: “Ev festîval festîvalek e ku tê de konferansên çand û hunera Elewiyan bi taybet gelê Dêrsimê tê lidarxistin. Banga min ji bo gelê Dêrsimê, ji bo Kurdan e, ji bo vê civaka ku sed sal in bi komkujiyan hewl tê dayîn ziman û baweriya wan were qutkirin, bi sed hezaran Dêrsimî û Elewî dijîn Ewropa, Amerîka, Kanada û Avusturya; Lazim e ev miletê me li dora ziman û baweriya xwe xwe birêxistin bike û bi sedsalan tola xwe ji dijminê zalim hilîne. Li ser vê bingehê ez hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz bi taybet gelê Dêrsim û Elewî silav dikim.”
Her wiha di hevpeyvîna li ser navê federasyona Elewiyan de wiha hat gotin: “Em vê festîvalê li dijî qirkirinan pêk tînin. Bi vê cejnê em dixwazin ziman û çanda xwe ya ku tê tunekirin biparêzin. Li ser vî esasî ji bo me pir girîng e ku em a, çand û zimanê xwe di Ewropayê de biparêzin. Dewleta Tirk di sala 1920’an de xwest bi Koçgirî dest pê bike û bi Şex Seîd, Zîlan û Dêrsimê bidomîne. Dixwest Kurdan tine bike. Komkujî û asîmîlasyon hê jî didome. Ev hê jî ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Çawa ku beriya sedsalê li ser esasê jenosîda Kurd û Kurdistanê stratejiyên xwe çêkirine, îro jî dixwazin plana xwe ya tinekirina Kurdan ji aliyekî ve bi qirkirina fizîkî û li aliyê din bi qirkirina spî, ango qirkirina çandî temam bikin. Çawa ku em li hemberî qirkirina fizîkî bêçare ne, li dijî qirkirina spî jî xwedî çareseriyekê ye. Çareya me rêxistinbûn e.”