NAVENDA NUÇEYAN- Bîranina Zelal Cîger bi Serok APO re
“Serokatî dibêje ‘ Me bi ciwantî despêkir emê bi ciwantî serbikevin ‘ Herkes jî bi ciwantî tevlî vê şoreşê bûye. Ji ber di pêvajoya ciwantî de lêgerîn, meraq, lêpirsîna jîyanê û xwesteka zanebûnê pir zêde ye. Heman deme de asoyan de sînor nîne. Her tişt gengaz e. Ji bo vê jî bi çavê ciwantî mêzekirin û şîrovekirina pêvajoyê girîng e. Ciwan jî dibinin ku ê pêvajoyê dîyar dike berxwedaniya Îmrali û tekoşîna ku em didin meşandin e. Serokatî bi hêviyekî pir mezin got ‘ Sedsala 21. Sedsala jinê û ya geleên bindest e.’ Divê em jî vê hêviya ku Serokatî dide me bibînin. Erkê me jî wekî kadroyên PKK û PAJK’ê avakirina sîstema Netewa Demokratik e. Ji bo vê beriya hemû tiştî zanebûn û femkirina Serokatî pêwîste. Ev jî ancak bi xwe perwerde kirinê ve mûmkûn e. Bi taybet pêwîste ciwan ji cahiltiyê nefret bikin, bi tiştê piçûk û basit ve xwe mijûl nekin û mezin bifikirin. Ev bihêle ku karaktere ciwantî ya radîkal û bihelwest derkeve holê. Helwest û dengê ciwanan pir girîng e. Xwîna taze ya ciwanan wê di avakirina sîstema Modernîteya Demokratik de rolên girîng rake. Pêwiste berê ciwanan her li Rêbertî be. Li her derê de Rêbertî fêr bibin. Ji pirtûka, ji dîmena, ji bîranîna, ji hevala, li her derê pirs bikin ji bo ku Rêbertî fem bikin. Ez jî dixwazim hinek biranînên xwe yên Rêbertî bi we re parve bikim.
Ez di sala 90’î de tevlî Partiyê bûm. Ez dema tevlî bûm xeyalê min dîtina Serok bû. Ji bo vê min hertim Serokatî di xewna xwe de didît. Di sala 1993’an de agahî hat ku Serokatî gotîye bila ji Rojavayê Kurdistanê, herema Cizîrê 2 hevalên jin werin saha Serokatî. Min jî wê deme Dêrîkê kar dikir û hevalekî ku min tevlî Partiyê kirîye hebû. Navê wê Hemrîn bû. Ez û heval Hemrîn ji bo çûyîna Saha Serokatî hatin diyar kirin. Em di meha Hezîranê de çûn Şam’ê. Mehekî Şam’ê li malbatekî benda hatina Serok bûn. Ez, heval Hemrîn û sê hevalê xort yê ku me bi hevre kar dikir bûn. Rojekî, 2’ê meha Tirmehê de zîlê derî lêket. Ji ber ku xwedîyê malê şêwazê lêxistina derî ya Serok ezber kiribû yekser bang kir û bi kelecan got ‘ Serok hatiye’. Em hemû rabûn ser pîya. Me dengê dilê hevdû birehetî dibîhîst. Serok ket hindir. Niha qet nayê bîra min ku min çawa Serok hembêz kiriye. Wekî xeyalekî bû. Serokatî pir bi coş û bi ken me pêşwazî kir. Piştre Serok li ser kanepe rûnişt û ji me re got keremkin. Ez jî li ser kanepe rûniştim lê ez nikarim hakîmîyet li ser xwe ava bikim, ji ber ku çongê min ne normal dicirifîn û ez hîs dikim wê dilemin ji sîngamin derbikeve. Serokatî li min mezê dike lê heyecana min nasekine.
Yek bi yek pirs ji me kirin û me xwe danasîn. Piştre rewşa qadê pirs kir û li min mêze kir. Dema li min mêze kir û got ‘êê çi heye?’ devê min vebû û nesekinî. Ez diaxivim lê çongêmin hîna dilerize û dilê min hîna lêdide. Ez pir lez diaxivim. Min rewşa gel û ya qadê parvekir û min hevalê xort ya kurye jî pir hişk rexne kir. Di navberekî de min li hevalê xort mêze kir hemû jî ji şerma re sor bibûn. SerokatÎ heta dawiyê min guhdar kir. Axaftina min xilas bû ama ricifandina min xilas nebû. Serokatî bi hevalê din re sohbet dikir. Serokatî pir ji kûxikê aciz e. Di neqebekî de kêmekî kûxika min hat min destê xwe da ber devê xwe. Serokatî li min mêze kir û awirekî wusa da min ku ez sist bûm. Kûxika min qirikê de ma, ricifandina çongê min sekini.. Ez ji xwe şaş mam. Awira wî hîngî hişk bû ez ji tirsa re sakîn bûm. Piştî hinek sohbete Serokatî got em suret biksînin. Bi hevalê xort re yek bi yek suret kişand û me hevalê jin re jî gîştî kişand. Min jî got ‘ Serokêmin Serokêmin’ got ‘ xêre?’ Min got ez dixwazim tenê bi we re suret bikşînim. Serok kenîya, tepek li min da û got ‘ tu bisekine, zaten tû naçî cîhekî, tu li cem minî, emê piştra bitere sureta bikşînin’. Piştî xwerinê Serok heval rêkirin. Min û Heval Hemrîn re jî got ‘hûnê biçin Lubnan’ê gel Heval Cuma’. Çîroka min ya saha Serokatî wisa despêkir.
Ji Tirmeha 93 heya Cotmeha 95’an ez li saha Serokatî mam. Carekî li Şamê em li mala Partiyê diman. Ew mal pir xweş bû, welatparezekî dewlemend dabû Partîyê. Serokatî got ‘berîya 10 sala cilik bîle nînbû em li ser razên’. Hemû axaftinên Serok bi armanc bûn. Yanî dixwest ji me re bêje nirxê van tiştan zanibin. Ji ber ev bi xwîn û keda hevalan hatîye avakirin. Dîsa Serokatî dixwest me fêrî siyaset kirinê bike. Ji bo vê dema nuçe temaşe dikir ji me pirs dipirsî. Digot ‘gelo em dikarin filan dewletî re tekîlî pêşbixin?’ an jî digot ‘ ezê biçim filan hukumetê re hevdîtin çêbikim. Ez çi bejim?’ Me jî wê deme pir fêm nedikir, dîsa jî bi van pirsa ve dixwast di me de lêhûrbûn ava bike. Ev jî asoya me vedikir û merak çêdikir. Di akademiye de jî Serokatî 7-8 saet bênavber ders dida û me jî li ser kursî pir bi nîzamî û bê hereket rûdiniştin. Dema Serokatî dahûrandin çêdikir rûnedinişt, her li ser pîya bû. Pir baldar bû, di dersê de hereketê, kûxıkê, xewê aciz dibû. Rojekî dîsa min li ser kursî pir bi baldar Serokatî guhdar dikir. Carekî Serok li min mêze kir weke ku dixwaze tiştekî bibêje. Min despêkê fem nekir. Cara duyem dema mêze kir, min jî her du hevalê kêleka xwe mêzekir. Min dît ku her du jî çavê wan diçe û giran dibin. Ji bo ku ez wan şiyar bikim Serok li min min mêze dike. Yanî ewqas hessas bû.
Di heman demê de dema em li gel Serok bûn em pir rehet bûn. Serokatî wekî ku tê xuyakirin ne hişk e. Ewqas nerm û esneke ku me dikarîbû hemû tiştê xwe jê re bi rehetî parve bikin. Me hîs nedikir em bi serokekî re diaxivin. Me hîs dikir ku em hevalê xwe yê herî nêzî xwe re diaxivin. Bi awir û hin hareketên zirav wê dikarîbû peyama bide me û me rexne bike. Pir tîtîz, bi plan û bi sîstem bû. Ji lêhûrbûn kirina wî heya xewkirina wê, ji şiyarbûna wê heya xwarina wê pir dûzen bû. Rojekî Serok hat mala Partîyê û mêvanên wî hatîn. Yalçın Kûcûk, Bîlgesu û hinek kesên din hatûbûn. Serok bi wan re xwarin xwar. Me dît ku Bîlgesu lingê xwe li ser hevre avêtiye û pêşiya Serok cixare vedûxwe. Serokatî çiqasî xwedî helwest be ewqasî jî esnek bû. Dema me dît ew jin wisa dike em pir aciz bûn lê me nedikarî em tiştekî bikin. Piştre derbasî xurfeya runiştinê bûn. Nîv seet derbas bû, Bîlgesu ji xurfê derket û li derve cixare vexwar. Min xwe negirt û jê pirs kir ‘ te çima li gel Serok cixare venexwar?’ got ‘min nedikarî li hemberî wî vexwîm’ Serok bi heybet û sekna xwe ve mirova dianî rêzê. Ew mêvan hefteyekî li gel me man. Yalçin Kûçûk diçû û dihat digot ‘Hûn qiymetê Serokê xwe nizanin. Serokekî wekî wê li tu cîhî nîne.’ Her wiha Bilgesû jî digot Serokekê wisa nîne.
Dema em li mala lêhûrbûnê bûn Serokatî bi me re taybet mijul dibû. Bernamê me bi xwe amade dikir. Pirtûkê dida me û ji me re digot bixwînin. Piştre dihat pirs ji me dikirin. Herî zêde dixwast em Rastiya Rêbertî fem bikin. Li gorî vê ji me re mijûl dibû. Rojekî min ji ber xwe ve raporek ji Serokatî re nivîsand. Tiştê ku min ji Rastîya Rêbertî fem kiriye min nivîsand û min dawîyê de jî pêşnîyara xwe ji bo çuyîna çiya kir. Piştî Serok rapora min xwend banî min kir. Got ‘ te Serok fem kiriye?’ min jî got ‘ hinek Serokêmin’ Dema min wisa got pir kefxweş bû. Ji ber rapora min jî ecibandibû. Digot ‘gerek nake herkes min bibîne. Pirtûka min de hûn dikarîn xwe bibinin. Di heman demê de dixwest em wê lêpirsîn bikin. Ji bo ku em wê mile zanistî de jî fem bikin.
Serokatî li kur bûya li wir mûkemel dikir. Bi Serokatî re jiyan kirin rastî jî mukemel e. Demekî di akademiye de Serokatî biryar standibû ku hevalê jin nekevin mitfaqê. Ev jî sedemek û armancek wê hebû. Li hemberî zîhnîyeta zilam tekoşînek bû. Rêbertî pişgiriyek pir mezin dida me. Ji xwe Serokatî dahûrandinên kûştina zilam wê deme pêşdixist. Zilam wê deme difikirî ku jin dîsa wê xwarinê çekin, cila bişûn, ew jî şer bikin. Ev zîhnîyet, Serokatî şkand. Ger ne wisa bûya wê rewşa me cûda bûya. Ji ber zilam hem desthiladar hem jî li hemberî me bêbawer bûn. Di mijara fîzîkî de belkî ji me bihêztir bûn ama di mile îrade de jî nedikarîn me derbas bikin. Serokatî ev yek dixwast îspat bike. Ew rengekî jiyanî ya cûda bû. Mirov bêhemdê xwe bi wî ve dihat girêdan. Min dixwest ez biçim çiya ama min nedixwast ez ji Serokatî qut bibim. Hertim dema min ji Serokatî re digot ezê biçim çiya dihat ji nişkave yek li mile min dixist, ez dihejiyam. Û digot hîna ji bo te zû ye’. Di aala 95’an de grupek heval wê çûbana çiya. Min jî xwe xiste nav wan de û ketim rêzê ji bo xwatir ji Serok bixwazim. Serokatî dema çavê wê li min ket ji şofêrê seyarê re got ‘wê Zelal neçe’ min got ‘ ezê biçim Serokêmin’ Wî got ‘ Zelal tu li vir dimînî’ min dîsa got ‘ na Serokêmin ezê biçim’ Vê carê dengê xwe bilind kir û got ‘Zelal tu liv ir dimînî’ dema denge xwe bilind kir ez bêdeng bûm û wekî zarokekî xeyîdî ji rêzê derketim. Piştî grup çû Serokatî li min vegerîya û got ‘tu ji trênê mayî’ kenîya û piştra got ‘xwe aciz neke 2-3 meh li Şamê kar bike pistra biçe.’ Dema min li Şamê kar dikir rojekî hevala agahî şand ku wê grupek biçe çiya. Min jî yekser ji Serokatî re not şand ku edî ez dixwazim biçim çiya. Roja din heval hatin min birin akademiye. Ji ber Serokatî bani min kiriye. Dema Serok min dî keniya û got ‘ min bihîst tu teng bûyî, tu jî mafdarî êdî tê biçî’.
Roja dawî ji min pirs kir got tû çiqasî bi serokê xwe re girêdayê?’ min xwe bi bawer got ‘ heta dawiyê Serokêmin’ Gotina min a dawî ew bû ‘heta dawiyê Serokêmin’. Min her difikirî ku ezê 3-4 sal piştre disa vegerim gel Serokatî. Lê mixabin komplo despêkir. Tiştê ku em bikin eve; fikir û ideolojiya Serok têxin jiyanê. Pirsa ‘ezê çawa Serokatî jiyan bikim û bidim jiyankirin?’ ji xwe pirs bikin. Di vî milî de jî berpirsiyarîya herî mezin dikeve li ser mile ciwanan. Xwendin, fêmkirin û pratîkirina Serokatî ji me tê xwestin. Hêviya me ya dîtina Serokatî hertim heye û ev hêvî û xeyal wê me mezin bike.”