NAVENDA NÛÇEYAN – Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi deh hezaran şervanên YPG û YPJ birîndar bûn û şehîd bûn. Birîndarên şoreşê bi rêya Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin dikin da ku xebatê şoreşê bidin berdewam kirin.
Endama Federasyona Gaziyan Feraşîn Koçer a ji Dêrîkê bi Ajansa Nûçe Ciwan derbarê tevlîbûna xwe ya di nava şoreşê di sala 2012 de axivî û qala bandorbûna xwe, tecrûbeya xwe yê şer û helwestê xwe li beramberî erk û berpirsiyartiyên hemû birîndarên şer û hemû gelê heremê kir.
DÎTINA SEROKATÎ HER DI XEYALA MIN DE BÛ
“Navên min Faraşîn Koçer e, ez ji bajarê Dêrîkê me û ez di sala 2012 de tevlî bûm. Berî ez tevlî bibim, girêdana min di nav rêxistina de hebû, malbata min ji 83’an ve dost in. Dema ez biçûk bûm heval dihatin cem me. Karê kuriyer dikirin, karekî veşartî bû, di dema rejîma Baas de. Dema rejîma Baas hebû her tişt veşartî bû, tiştek vekirî nebû. Wê demê bandoriya min gelekî hebû. Heval diçûn û dihatin. Dema em biçûk bûm me jî her dixwest Serokatî bibînin, her di xeyalê me de bû, heta roja îro”.
2012 HEMLE DEST PÊ KIRIN
“Dema min soza xwe da, di dest pê kê şoreşa Rojava de, 2010 û wisa, hêdî hêdî em dixwestin şoreşekî ava bikin. Dest pê kê karê civakî bû. Karê civakî dest pê kir. 2011 hêdî bû leşkerî, lê wek sîvîl bû, gelek asker nedihatin xuya kirin. Asker bûn lê wek sîvîl xwe nîşan didan. Karê 2011, heval li Efrîn grûp bi grûp perwerde dikirin. Xwîşka min jî tevlî bû, perwerde didît. Piştî ku bû 2012 eşkere bû. Hemle dest pê kirin. Ji Serêkaniyê, ji Kobanê û ji Dêrîkê, ji sînorê dest pê kirin. Ji sînora navbera me û Başûr dest pê kirin. Rejîma Baas di wir de bû”.
WAXTA ÎNSAN TEVLÎ DIBE HER TIŞT DIDE BER ÇAVÊN XWE
“Ez 2012 tevlî bûm, ruxmê ez biçûk bûm, waxta însan tevlî dibe her tişt dide ber çavên xwe. Şehadet dide ber çavên xwe. Birîndarbûn dide ber çavên xwe. Ama di nav rêxistinê de tiştê xweş hevaltî ye, hevaltiyekî rast. Ser vê esasî ez herî zêde ji Serokatî bandor bûm û ji hevalên ku ji çiya derbas dibûn, û ez tevlî bûm. Herî zêde ev bû. Ev hişt ku ez bibim hêz, bi îrade, bibim hevalekî xurt. Ruxme ez biçûk bûm min dikarîbû her tiştî bikim.”
ME TU CARÎ XWE NEDA PAŞ
“Berî ez tevlî bibim jî, 2010, karê ciwanan hebû. Karê me yê ciwanan weke sîvîl bû. Hêdî, hêdî heya ku YPG bû. Dest pê kê alekî sor, heya ku di 2012 de bû alekî zer. Karê YPJ jî 2013 hat îlan kirin, roja 4’ê nîsanê, rojbûna Serokatî. 2012 hemû ketin hemleyan. Hemleya Girzîro bû. Dest pê kê nîzam derket û çete ketibûn, çeteyên DAIŞ’ê erîşê gundan kirin, aliyê Til Koçer. Xwestekê min pir hebû di aliyê eskerî de, û çi ji me dihat xwestin jî me dikir, me ji bo tiştekî xwe nedida paş. Hemle bi hemle em tevlî bûn heta 2015 me cih di her hemle de girt, rûxmê ku zehmetî jî hebû, xweşbûn jî hebû. Me tu carî xwe neda paş, em nedişkestin, her me digot serkeftin ya me ye. Heta di roja îro de jî em vê serkeftina xwe dixwazin. Di 2014 de hemleya Til Hemîs hebû. 3 hemle hebûn. Rûxmê ku heval birîndar dibûn û şehîd dibûn me tu carî gavekî neda paş. Hemleya Til Hemîs ê dawî 2015 bû. Wê demê jî hemleya Holê dest pê kir. 2015 em tevlî hemle bûn. Em wek grupekî hevalên jin me cihê xwe di xeta pêş de digirt. Me nedihişt ku çeteyên hov me bişkînin, me berxwedida. Berî ku ez birîndar bûm êrîş kirin. Waxtê ku ez birîndar jî bûm, pir giran bû, lê min xwe xilas kir. Ez bi şewat birîndar bûm. Ez di mewzî de bûm, çete hawan avêşt, bermîla mazût cem me hebû, teqand û şewitî, şewata min pir giran bû.”
EM DIXWAZIN HER KAREKÎ BIKIN
“Piştî wê ez çûm Dêrîkê, 6 meh min tenê tedawiya xwe dît. Piştî wê jî bûm eydê Mala Birîndaran, gaziyên şer. Niha wek hevalekî YPJ niha ez eydê Mala Gaziyên Şer im, şehîdên nemir, weke Rêbertî dibêje ji bo hevalên ku parçeyekî ji canê xwe dan. Rûxmê ku me parçeyekî ji canê xwe dan jî, çi kar ku ji me tê xwestin emê bikin û em kar nadin paş, dixwazin her karekî bikin. Em jî dixwazin ku gelê me her tiştî bikin ji bo gelê xwe, ji bo ku rehat jiyan bike, em azadiya xwe dixwazin.”
EGER NE BI RÊBER APO BANA ME JIYAN NEDIKIR
“Wekî din jî ji bo Rêber Apo, bi salan di nav 4 dîwaran de ye, rûxmê wê jî her tişt daye. Em azadiya Rêber Apo dixwazin. Eger ne bi fikir û felsefeya Rêber Apo bana me jiyan nedikir, me berxwenedida. Fikir û felsefeya Rêber Apo deng da diniyayê, da cîhanê giştî. Her kesî heya ji dewletên derve pê bandor dibin, pirtûkên wî dixwînin. Ereb, Sûriyan, Aşûrî, hemû ji wî bandor bûn û pê re rabûn. Hemû dibînin ku fikirê Rêber Apo fikirekî rast e. Fikirekî wisa pêşketinekî herî mezin e, xwestibû em bigihînin vê astê. Heta niha jî emê ser vê rê bimeşin. Çi erk were ser milê me em xwe paş de nadin û emê vê tiştî pêk bînin, serkeftin ya me ye.”