REQA – Komîteya Werzîş a Jinan û Komîteya Werzîş a Dibistanan li Meclisa Werzîşê ya Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Komîteya Perwerde ji bo xwendekarên dibistanê çalakiyên werzîşê yên basketbol û fûtbol li darxistin.
Ev yekê ji bo xurtkirina rihê hevaltiyê di nav xwendekaran de û xurtkirina şiyanên wan e. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir.
Maçekî basketfol di navbera tîmên jinan de hat lîstin û lîgekî fûtbolê hat li darxistin. Tîma Omer Alûş di basketbol de pîleya yekem bi dest xist û di futbolê de tîma Omer Bin Yaser pîleya yekemîn bi dest xist. Xelat ji hemû beşdaran re hatin dayîn.