NAVENDA NÛÇEYAN- Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên rejîma Îranê li nêzîkî Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, wesayîtekê gulebarankirin û di encamê de ciwanek jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî, duh hêzên çekdar ên rejîma Îranê bêyî ku destpêkê hişyarî bidin, wesayîtek ya welatiyekê gulebaran kirine.
Hate diyarkirin ku wesayîta ku hêzên rejîmê êrişkirîn, ya ciwanê bi navê Ajwan Kiyanî yê ji gundê Balek a ser bi sînorê Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê bû.
Her wiha hate destnîşankirin ku di encama êrişê de ciwanê Kurd Ajwan Kiyanî li cihê êrişê jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinêye ku tenê di vê mehê de herî kêm 8 kolber û kasibkar li deverên sînorê Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 10 kes jî birîndar bûne. Ji destpêka salê ve jî herî kêm 35 kolber û kasibkarên Kurd hatine qetilkirin û zêdetirî 210 kes jî birîndar bûne