NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe li dar bixe. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariya vê kongre civîn tên li darxistin.
Îro li gundê Hecer El-Abyad ê Minbic û li bajarokê Hecîn ê Dêrazorê hatin civînan hatin li darxistin. Civînan bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rêziknameya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat xwendin. Piştre nîqaş derbarê li darxistina Kongre hat vekirin.