NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Ciwan û Werzîşê yê Cizîrê û Komîteya Perwerde li ser navê şehîd Bişeng Brûsk dewreyeke perwerdeyê a 15 rojan bi dawî kirin. Di vê dewreyê de 9 endamên saziyên rêveberiya xweser ên herêma Cizîrê cih girtin.
Di vê perwerde de dersên bîrdozî û rêxistinî wek girîngîya perwerdê, şerê taybet, rastîya malbat, rêxistin u rêxistinbûyîn, neteweya demokratîk, jineolojî, çand û exlaqa şoreşgerî, nasnameya ciwanan, rastîya serokatî, şerê gel ê şoreşgerî û şoreşa Rojava hatin dayin.
Her wekî din perwerde bi nîqaş û bi coş û moralekî ciwantî derbas bû. Di dawiya dewreyê de sertîfîkayên perwerdeyê hatin dayîn.