NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên Zafer Aydin ên HBDH’ê ragihandin ku wan di çarçoveya seferberiya çalakiyên li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên li Tirkiye û Kurdistanê de, febrîqeyeke ayîdê polîsan kirine hedef.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Mêrsîn/Erdemliyê febrîqeya ku hate tespîtkirin ku ayîdê polîsan e, bû hedefa milîsên me. Şeva 7’ê Gulanê di derdora saet 01.40’an de milîsên Zafer Aydin bi molotofan çalakî kir û cihê ketina febrîqeyê ya sereke, bi temamî şewitî. Piştî çalakiyê milîsên me bi rengekî serketî vekişîn qadên xwe.”
Milîsên HBDH’ê diyar kir ku her tiştê feydeyê dide ekonomiya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker, di hedefa wan de ye û ev hişyarî hate kirin: “Hevkarên vê rejîma faşîst û cihên ku tevkariyê li ekonomiya şer dikin, di ewlehiyê de nînin. Dewleta Tirk a qirker-faşîst çavkaniyên ekonomiya gel li çiyayan, bajaran û zindanan li dijî gerîlayên me û şoreşgerên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, bi kar tîne. Her tiştê ku ji ekonomiya vê dewleta faşîst-qirker re bi feyde be, wê ji agirê tolhildanê yê milîsên me rizgar nebe.”