NAVENDA NUÇEYAN- Gerîlayê HPG’ê Rêgeş (Ethem Ozdemîr) 23’yê Hezîrana 2019’an li qada Kevirê Spî ya herêma Qeleniyê di encama şerê bi Muhafizên Şoreşê ya Îranê re derketî de, hate dîlgirtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 28’ê Tîrmeha 2019’an daxuyanî dabû û ragihandibû ku di vî şerî de gerîlayek şehîd bû û gerîlayek jî bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên Îranê. Hat zanîn ku Rêgeş di sala 1997’an de li Agiriyê ji dayik bûye û di sala 2014’an de tevlî PKK’ê bûye.
Dewleta Îranê piştî 33 mehên girtîbûna Rêgeş, ew derxist Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Xoyê. Piştî darizandineke kurt, di 15’ê Adara 2022’yan de cezayê îdamê lê hate birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Rêgeş li girtîgeheke li Urmiyeyê tê ragirtin û cezayê wî yê îdamê ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin.