NAVENDA NUÇEYAN- Beriya demekî jinên ciwanên Bakur û Rojhilatê Suriyê li ser esasê fikra Rêber APO a Netewa Demokratîk hatin cem hev û di vir de rol û pêşengtiya jinên ciwan niqaş kirin. Di konferansê de hat diyar kirin ku yekane rêya ku fizikî azadiya Rêber APO misoger bibe pergala ku Rêber APO ji bo civakê daniye pêşî, jiyanî kirin e. Vir de jî bêguman ya ku pêwiste pêşengtî bike jin û ciwan in. Li ser vê esasê hat pêşniyar kirin ku Yekitiya Jinên Ciwan li ser vê esasê xwe rexistin bike.
Yekitiya Jinên Ciwan wê demekê nêz de kongreya xwe pêk bine û li ser vê esasê di giştî qadan de ketiye liv û tevgerê.
Endamê Yekitiya Jinên Ciwan Berîtan Roj li ser vê mijarê bi ajansa me re hevpeyvîn kir û giringiya rol û misyona jinên ciwan avakirina Netewa Demokratîk de anî li ser ziman. Roj da zanîn ku wê demêkê nêz de kongreya xwe pêk bînin û gelekî guhertinan çebikin.
Axaftina Endamê Yekitiya Jinên Ciwan Beritan Roj bi vê rengê ye:
“Navê min Bêritan ROJ. Xebatkarê Yekîyiya Jinên Ciwan im.
Beriya demekî me wekî Yekîyiya Jinên Ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrîyê konferansa xwe li darxist. Konferansa me di bingeha du xalan de pêkhat. Ya yekemîn avakirina Netewa Demokratîk û di vir de rol û mîsyona jinên ciwan bû. Ya duyemîn jî avakirina Konfederalizma Jinên Ciwan bû. Di konferansê de pêşniyar hatin kirin ku demê pêş de navê Yekîyiya Jinên Ciwan bibe Konfederasyona Jinên Ciwan.
Her wiha berfirehkirina xebatên Jinên Ciwan, rol û misyona jinên ciwan di avakirina sistema Netewa Demeokratîk de mezin kirin jî hat niqaşkirin. Ji bo ku Yekitiya Jinên Ciwan bêhtir karibe hemû netewan hembêz bike, Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û hwd. navê Konfederasyona Jinên Ciwan girîng hat dîtin. Dîsa di bin siya paradigmaya Rêber APO a Netewa Demokratîk de giringiya xwe rêxistinkirin û perwerdekirina jinên ciwan hat niqaşkirin.
Di demekî nêz de wê Kongreya Jinên ciwan bê lidarxistin. Di wê Kongreyê de pêşniyarên ku di konferansê de hatine kirin bi taybet navê Konfederasyona Jinên Ciwan bê berçavkirin.”