BEHDÎNAN- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bersiv da pirsên ANF’ê.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di 3’ê Gulanê de ji bo 6 mehên din qedexeya hevdîtinê hate dayin. Nerazîbûna li hemberî tecrîdê jî her roj zêde dibe û têkoşîneke pir alî tê meşandin. Hûn asta heyî çawa dinirxînin?
Polîtîkaya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ya heyî ew e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di her astê de tasfiye bike û Kurdan qir bike. Polîtîkayên têne kirin hemû li ser vê bingehê ne. Li Tirkiyeyê bi taybetî dema polîtîkaya desthilatdariyan hate nirxandin divê ev rastî bê zanîn. Polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin jî qada bingehîn a polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Serhildana destpêkê ya Rêber Apo jî avakirina têkoşîna azadiyê ye, serhildana li dijî polîtîkaya qirkirinê ye. Rêber Apo bi tespîta ‘Kurdistan mêtingeh e’ dest bi têkoşînê kir. Destnîşan kir ku armanca bingehîn a vê polîtîkayê jî ew e ku Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk. Rastiya gel, tevgereke siyasî û rêxistinek ava kir ku nîv sed sal e li dijî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan têdikoşe.
Yên ku polîtîkaya qirkirinê dimeşînin beriya her tiştî dixwazin ku îradebûna siyasî û civakî ya gel asteng bikin. Ji bo vê jî dixwazin rêxistin û lîderê wê tasfiye bikin ku li dijî qirkirinê têdikoşin. Ji ber ku Rêber Apo hem ev rêxistin ava kiriye, hem jî xeta wê ya siyasî û îdeolojîk diyar kiriye, destpêkê ew kiriye hedef. Dewleta Tirk ji ber ku li hemberî PKK û Rêberê wê bi ser neket, Tirkiye pêşkêşî bazarê kir, hemû hevalbendên xwe xist dewrê û bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl girt. Komploya li dijî Rêber Apo ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û têkoşîna li dijî qirkirinê bû. Polîtîkaya tecrîda giran a niha li Îmraliyê tê meşandin jî xwedî heman armancê ye.
NÊZÎKATIYÊN ŞAŞ HENE
Polîtîkaya qirkirinê beriya her tiştî li ser Rêber Apo tê meşandin. Çavkaniya polîtîka û kiryarên qirkirinê ev yek e. Eger em bibînin bê polîtîkaya li Îmraliyê çi ye, hingî em ê polîtîka û kiryarên li ser gelê Kurd jî fêhm bikin. Li Îmraliyê wê ev polîtîka bê meşandin, lê belê li ser qada siyasî ya demokratîk, li ser hêzên rêxistinbûyî yên gelê Kurd û gel polîtîkayeke cuda bê meşandin! Ev ferasetên şaş tê wateya fêhmnekirina polîtîkayên li ser gelê Kurd têne meşandin û fêhmnekirina rastiya mêtingeriya qirker. Her wiha şaş e ku polîtîkaya li hemberî Kurdan tê meşandin li gorî polîtîkaya li deverên din ên cîhanê li hemberî gelan û neteweyên cuda tê meşandin bê nirxandin. Ev jî nêzîkatiyeke polîtîk a şaş e. Li qada siyasî ya Kurd û li nava dostên Kurdan nêzîkatiyên bi vî rengî yên şaş têne dîtin.
DIVÊ BIBE BINGEHA TÊKOŞÎNÊ
Rabûna li ber tecrîdkirina Rêber Apo, têkoşîna ji bo azadiya wî tê wateya têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd. Ji xwe eger em têkoşîna ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo nekin navenda têkoşîna azadiyê ya yekbûyî, hingî em ê nikaribin vê têkoşînê bi rengekî rast bimeşînin. Eger gelek, rêxistinek û tevgereke siyasî xwedî li rêberê xwe yê dîlgirtî dernekevin hingî nikarin xwedî li xwe derkevin; nikarin têkoşîneke azadiyê bimeşînin.
Ev rastî îro ji aliyê gelê me, dostan û hêzên demokrasiyê ve hatiye dîtin. Ji ber ku ev rastî hatiye dîtin salên dawî têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî li her qadê bi pêş ketiye, bi pêş dikeve. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn, jinan, ji bo civakên bindest ên li cîhanê weke nirx, rêberekî siyasî û îdeolojîk ê girîng tê dîtin, lewma kampanya ji bo azadiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê bi pêş dikeve, xurt dibe.
JI HUNERA WÎ YA POLÎTÎK Û HÊZA ÎDEOLOJÎK DITIRSIN
Ji ber ku ji hunera wî ya polîtîk û hêza wî ya îdeolojîk ditirsin, tecrîdê di vê asta giran de li ser Rêber Apo ferz dikin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê azadkirina Rêber Apo ji bo jinan û gelan çiqasî girîng e. Lewma tecrîda tê ferzkirin, di serî de li gel û jinên Kurd li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ye.
DIJMINATIYA LI KURDAN DIJMINATIYA LI DEMOKRASIYÊ YE
Sedema zordarî û dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li demokrasiyê, zext û bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Feraseta astengkirina belavbûna fikrên Rêber Apo û misogeriya azadiya wî, bi xwe re zextê tîne. Ji xwe ji ber ku difikirin wê Kurd û hêzên demokrasiyê sûdê ji demokratîkbûnê werbigirin, dijminatiyê li demokrasiyê dikin, bi rengekî tund bi ser têkoşîna demokrasiyê diçin. Bi kurtasî dijminatiya li Kurdan dike ku bibin dijminê demokrasiyê.
Ji ber ku ev rastî tê dîtin, gelê me û hêzên demokrasiyê hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derdikevin û têkoşînê bi gelek rêbazan dimeşînin.
DIVÊ BERPIRSYARIYA REXNEDAYINÊ BI CIH BÊ ANÎN
Bêguman têkoşîna azadiyê ya ji bo Rêber Apo bi pêş dikeve. Kampanya ku dostan di 10’ê Cotmehê de li tevahiya cîhanê dane destpêkirin û roja xwendina pirtûkên Rêber Apo ya ku 10’ê Kanûnê destpê kir, pêngavên girîng bûn. Ji bo encam bê wergirtin divê ev têkoşîn hîn bêhtir bê bi pêş ve birin. Gelê me dibêje, eger Rêber Apo hîn jî dîlgirtî be ev yek rexnedayina me ye. Wê demê divê em berpirsyariya rexnedayinê bi cih bînin, li lçar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hîn bi rengekî çalak tevlî vê têkoşînê bibin. Di serî de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn eger vê têkoşînê hîn mezin bikin, wê ev yek têkoşîna azadiya Rêber Apo bi xwe re bîne.
Têkoşîna xwedîderketin û azadiya Rêber Apo ya dehan salan encamên girîng bi xwe re anî. Bi pêşengiya yên ku di salên 1998’an û 1999’an de bi gotina ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bend danîn û di vê têkoşînê de şehîd ketin, ev têkoşîn 26 sal in dewam dike. Di encama vê têkoşînê de azadiya Rêber Apo, lewma azadiya gelê Kurd nêz bûye. Mêtingeriya qirker înkar û qirkirinê bi rengekî giran bimeşîne jî bi têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bingeha wê lawaz bûye.
ÇALAKIYÊN KU XWE DUBARE DIKIN NIKARIN ENCAMÊ WERBIGIRIN
Dema ku têkoşîna azadiyê ya ji bo Rêber Apo hate mezinkirin hingî wê azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd misoger bibe. Azadiya Rêber Apo di heman demê de têkbirina polîtîkaya qirker mêtinger e û pêşîvekirina li demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê jî asta têkoşîna heyî divê li her qadê bê bilindkirin. Girîng e çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî veguherin çalakiyên bi beşdariya bi deh hezaran kesî. Serhildana Wanê raxist pêş çavan ku dema civakên mezin tevlî çalakiyê bûn encam çawa tê wergirtin. Dema ku rêxistinî û çalakî hatin pêşvebirin divê her tim li ser pêşvebirina asta heyî bê rawestîn. Divê şêweyên nû yên rêxistinî û çalakiyan bê peydakirin. Bi çalakiyên ku xwe dubare dikin encam nikare bê bidestxistin. Dema ku serî li şêweyên berê yên çalakiyan hate dayin jî divê hîn bi bandor bê kirin. Naxwe rûtînbûyîn wê pêk were. Lewma girîng e ast û bandora çalakiyan her roj hîn bêhtir bê xurtkirin. Rewşa siyasî û civakî ya li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê zemîna pêşvebirina têkoşînê xurt kiriye.
Bi bangên li dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê encam nayê bi dest xistin. Bêguman divê bêne teşhîrkirin û bê xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Tenê têkoşîn dikare bike ku ev hêz gavê biavêjin! Li Bakurê Kurdistanê potansiyeleke girîng a ciwanan heye ku dikarin têbikoşin. Bi rêbazên afirîner divê bêne birêxistinkirin, tevlî çalakiyan bênekirin ku ev yek ji bo pêşvebirina têkoşînê girîng e, wê bi roleke girîng rabe.
Li dijî tecrîda li Îmraliyê li zindanan berxwedaneke girîng heye. Malbatên girtiyan piştgiriyê didin berxwedana li zindanan. Girîngiya berxwedana li zindanan ji bo gelê Kurd û dostan çi ye?
Zindan her tim ji bo pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi roleke girîng rabûne. Li dijî komployê bi gotina ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ benda ji agir danîn, pêşengî li xwedîderketina li Rêbertî kirin û pîvanên vê yekê diyar kirin. Xwedîderketina zindanan a li Rêbertî divê ji her kesî re bibe mînak. Zindan heta niha xwedî li Rêbertî derket. Lê belê helwesta dawî û şêweyê çalakiyê di xeta xwedîderketina li Rêbertî de helwesta herî rast e. Xeta sekna rast jî ev e. Gotina, ‘Rêberê me çawa dijî em ê jî bi wî rengî bijîn’, ne tenê şêweyekî çalakiyê ye, sekneke îdeolojîk-polîtîk e. Ji ber qutbûna navbera zindanan û têkoşîna li derve her tim meylên şaş rû didin. Di salên 1980’î de ji ber ku di salên têkoşîna li dijî faşîzma 12’ê Îlonê de meylên şaş rû dan, Rêber Apo konferansa zindanan lidar xist; piştre jî bû mîna kevneşopiyekê ku li zindanan konferans bêne kirin û meylên şaş bêne sererastkirin. Ya rast şêweyê çalakiyê yê ku niha li zindanan tê kirin, mîna hewldaneke sererastkirinê ya weke konferansên li zindanan e.
BERXWEDAN WÊ GELEK TIŞTAN BI GIRTIYAN BIDE QEZENÇKIRIN
Ji xwe hevdîtinên li zindanan û axaftinên bi telefonê ji aliyekî ve bûn amûrê şerê taybet û rêbaza şerê taybet. Axaftina bi telefonê ne weke mafekî didin kirin. Lewma jiyana bi rengê Rêber Apo, çalakiyeke bi vê rêbazê helwesteke li dijî şerê taybet a li zindanan e. Ruhê zindanan ruhê 14’ê Tîrmehê ye. Şopdarên kevneşopiyeke bi vî rengî ya berxwedanê ne. Ev kevneşopî kevneşopiya dilsoziya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê re ye. Berpirsyariya hêjabûna li şehîdan û gel e. Jiyana bi rengê Rêber Apo di heman demê de xwedîderketina li felsefeya azadiyê û fikrê Rêber Apo ye. Lewma ev berxwedana zindanan wê gelek tiştan bi girtiyan bide qezençkirin. Wê hîn baştir bê fêhmkirin ku Rêber Apo her tim kesayetekî çalakiyê û rêxistinê ye. Ji xwe yên ku vê sekna Rêber Apo fêhm dikin dibin milîtanên mezin û şervanên azadiyê.
DAYIK Û MALBATÊN GIRTIYAN STÛNÊN ŞOREŞA ME NE
Malbatên girtiyan jî xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ne. Malbatên girtiyan di salên 1980’î de li gel her cûre zext û heqaretê jî dest ji xwedîderketina li ewladên xwe bernedan. Ji bo malbat xwedî li girtiyên şoreşger dernekevin serî li her rê û rêbazê dan. Êşkence li malbatan hate kirin, hatin binçavkirin, heqaret li wan hate kirin, lê van hemûyan hêrsa wan hîn zêde kirin. Malbatên girtiyan li ber deriyên zindanan zane bûn, polîtîk bûn. Çawa ku berxwedêrên zindanan dewama berxwedêriya 14’ê Tîrmehê ne, malbatên girtiyan ên niha jî şopdarên wan malbatan e ku di salên 1980 û 1990’î de li pêşiya zindanan têkoşiyan. Di dema berxwedana zindanan a 2018-19’an de çawa ku heqaret li dayik, malbatên girtiyan hate kirin, çawa ku li wan hate xistin û bi erdê re hatin kaşkirin, ev yek li pêş çavên me ne. Vê yekê hevrêyên li zindanan û me bi hêrs kir, biryardariya malbatên girtiyan a ji bo têkoşînê hîn zêde kir. Malbatên girtiyan û dayikên aştiyê nirxên moralê yên têkoşîna me ne; stûnên şoreşa me ne! Ji malbatên girtiyan, dayikên aştiyê, dayikên şehîdan û gerîla heta bi hemû dayikên Kurdan hemû dayik nirxên moralê yên vê têkoşînê ne. Sekna dayikên me sêhra têkneçûnê ya têkoşîna me ye. Axîna dayikan li qadan îflah nabe. Lewma mêtingerî qirkerî wê îflah nebe!
Dayikên Şemiyê parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ne. Raya giştî zane bê zexteke çawa li wan tê kirin. Wan bi rêzdarî silav dikim, çalakiya ku di hefteya 1000’emîn de pêk anîn gaveke girîng ji bo hînbûna aqûbeta zarokên wan e.
NE RAST E KU TENÊ JI MALBATÊN GIRTIYAN RE BÊ HIŞTIN
Rast nîne ku xwedîderketina li berxwedana zindanan, têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo tenê ji malbatên girtiyan re bê hiştin. Rêber Apo îro pêşengê berxwedana zindanan e. Berxwedana zindanan jî îro veguheriye berxwedana azadiyê ya Rêber Apo. Ji ber vê jî divê di serî de ciwan û jin hemû gelê me û hêzên demokrasiyê tevlî vê berxwedanê bibin.
Ji ber ku tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn bi deh hezaran şervanên azadî û demokrasiyê hatine girtin. Ji xwe Kurdan ji aliyê girtina ji ber sedemên siyasî ve li cîhanê rekor şikandine. Li gorî nifûsê li cîhanê bi qasî Kurdan gelek nîne ku li zindanê hatiye hiştin. Her wiha ji aliyê hejmara jinan ên ji ber sedemên siyasî hatine girtin, rekor di destê Kurdan de ye. Di şexsê girtiyên li zindanan de Kurd hemû hatine zindanîkirin.
DIVÊ KURD HEMÛ PÊ SERBILIND BIN
Girtiyên li zindanan rûmeta Kurdan di asta herî bilind de temsîl dikin. Divê Kurd hemû pê serbilind bin. Zarokên wan, xizmên wan girtî bin an jî ne girtî bin, divê gelê Kurd xwedî li berxwedana li zindanan derkeve. Ji bo azadiya gelê Kurd bi dehan salan li zindanê dimînin. Tevî ku 30 salan, 35 salan li zindanê dimînin jî xwedî li gelê xwe, xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin. Ji ber vê yekê yên cezayên wan diqedin jî nayên berdan. Bêguman em ê bi van mirovên xwe serbilind bin. Li aliyê din berxwedêrên li zindanan û yên têne berdan mirovên zane ne. Ji ber vê jî divê xwedî li mirovên li zindanan û berxwedêran bê derketin, hurmet ji wan re bê nîşandan. Eger ew di nava şert û mercên zehmet de li ber xwe didin, divê gelê Kurd jî xwedî li berxwedana wan derkeve û têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo xurt bike.
Li Herêmê Parastinê yên Medyayê gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe dide, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst jî zêde dibin. PDK ji bo dewleta Tirk ji tengaviyê rizgar bike bi her awayî piştgiriyê dide. Divê xwedîderketina li berxwedana gerîla çawa be, li dijî dewleta Tirk a faşîst û bi taybetî li hemberî PDK’ê divê helwesteke çawa bê nîşandan?
Dewleta Tirk bi dehan sal in êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di nava sê salên dawî de êrîşên xwe zêde û timî kir. Ev êrîş bi temamî hewldanên ji bo dagirkeriyê ne. Dewleta Tirk li herêma ku dagir kiriye wê ji wir neçe. Dema ku firsend dît wê hewl bide tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gelekî li ser Kerkûkê disekine, li wê derê rêxistiniyê dike ku ev yek divê amadekariya ji bo dagirkeriyê bê dîtin. Li Başîkayê baregehk ava kiriye, tevî ku Iraqê got dest ji wê baregehê berde, dest jê bernade. Ji xwe di her firsendê de dibêje wîlayetên Mûsil û Kerkûkê di nava Mîsakî Mîlî de ne û yên wan e. Dema ku Mîsakî Mîlî hate ragihandin polîtîkayên bi armanca qirkirina Kurdan, asîmîle û înkarê tine bû. Li Kurdistanê qala xwerêveberiya Kurdan dihate kirin. Îro jî dixwazin Kurdan ji aliyê fîzîkî û çandî ve bi temamî qir bike û Kurdistanê bikin qadeke welê ku netewetiya Tirk lê belav bibe. Rastiyeke dewleta Tirk heye ku dijminê Kurdan e û dixwaze Kurdan qir bike. Desthilatdariya AKP-MHP jî rêveberiya herî şênber a vê armancê ye. PDK bi dijminekî bi vî rengî yê Kurdan, bi dewleteke qirker re hevkariyê dike. Niha hevkariyê ji qirkirina Kurdan re dike.
HEWL DIDE PDK’Ê TEVLÎ ŞERÊ ÇALAK BIKE
Êrîş niha hîn bi berfirehî dewam dikin. Li hemberî vê yekê bi taybetî ji payîza 2023’an û vir ve berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Derbên giran li artêşa Tirk têne xistin. Dewleta Tirk leşkerên ku nikarin timî şer bikin vedikişîne; li şûna wan yekîneyên nû bi cih dike. Ji ber ku nikare encamê werbigire hewl dide PDK’ê tevlî şerê çalak bike. Ji xwe PDK jî li qadên nêzî yekîneyên Tirk qereqolan ava dike ku piştgiriya lojîstîkî bi wan re bike, wan biparêze. Bi navê yekîneyên sînor ên Iraqê ku piraniya wan ji aliyê PDK’ê ve hatine tespîtkirin, dorpêçiya li ser gerîla zêde dikin. Mehên dawî armanca esasî ya serdanên li Bexda û Hewlêrê tasfiyekirina gerîla bû. Dewleta Tirk ‘projeya rêya pêşvebirinê’ dixwaze bike amûreke wê yekê ku Iraqê tevlî vê armanca xwe bike.
DIXWAZIN YNK’Ê JÎ BIKIN HEVKAR
Ji bo tasfiyekirina gerîla û têkoşîna azadiyê dixwazin YNK’ê jî bikin hevkarê êrîşên xwe. Bi taybetî Dewleta Tirk û PDK di vê mijarê de hevkariyê dikin. Çawa ku PDK êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê rewa dike, niha jî dixwaze êrîşên dewleta Tirk ên li ser qada YNK’ê rewa bike. Her wiha PDK israr dike ku dewleta Tirk zextê li ser YNK’ê zêde bike. Dibêje eger YNK li ber PKK’ê rabe ez ê hîn bi çalak li dijî PKK’ê şer bikim. Dibêje, ji ber ku YNK tevlî nabe ez nikarim di şer û êrîşên li dijî PKK’ê de hemû hêza xwe bi kar bînim. Xiyaneta wê têrê nake, dixwaze YNK’ê jî tevlî polîtîkaya xiyanetê bike. Bi vî rengî wê xiyaneta wê bê nixumandin, wê neyê dîtin. Her wiha wê şerê li dijî PKK’ê weke şerê hemû hêzên siyasî û partiyên li Başûr nîşan bide.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ HELWESTA PDK’Ê TÊRKER NÎNE
Tevî ku PDK di vê astê de di nava xiyanetê de ye, ev helwesta li dijî PDK’ê têrker nîne, têkoşîn têrker nîne. Ji ber ku ev mijar têkoşîna azadiya gelê Kurd ji nêz ve eleqedar dike. Rabûna li ber xiyaneta PDK’ê, ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê li ser xeteke rast bê meşandin gelekî girîng e. Her wiha ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û hêza herî fedaî û mezin a dîroka Kurdistanê li her parçeyên Kurdistanê bigihêje asteke girîng, ji bo xwedîderketina li gerîla divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan. Rabûna li ber PDK’ê ku li kêleka dewleta Tirk disekine wezîfeyeke welatparêziyê ye.
BILINDAHIYA PÎVANÊN WELATPARÊZIYÊ GIRÎNG E
Ji bo serketina têkoşîna li hemberî hêzeke qirker û mêtinger, bilindkirina pîvanên welatparêziyê gelekî girîng e. Pîvanên welatparêziyê yên gelekî çiqasî bilind be, têkoşîna wî gelî jî wê bi pêş bikeve, wê azadiyê misoger bike. Pîvanên welatparêziyê kêm be û xumamî be têkoşîna wî gelî bi ser nakeve. Lewma gelekî girîng e ku li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan. PDK wê ewqasî xiyanetê bike lê li hemberî PDK’ê helwest neyê nîşandan! Ev rewş pîvanên welatparêziyê kêm dike, xumamî dike. Ev yek ji bo têkoşîna gelê Kurd jî xetereyeke mezin e.
Di demeke nêz de kesekî ji Bakurê Kurdistanê tevlî televîzyona Medya Haber TV bû got, ji PDK’ê re nebêjin xayin, gel naxwaze jê re xayin bê gotin. Bêguman em zanin ku gelê li Bakurê Kurdistanê ji PDK’ê re dibêje xayin. Eger wê ji PDK’ê re nebêje xayin ku ewladên wan tevî dewleta Tirk dikuje, kemînan datîne pêşiya gerîla û şehîd dixe, wê bibêje çi? Dewleta Tirk ku dixwaze Kurdan qir bike. Statuya li Başûr qebûl nake. He kes pê zane, ku dibêjin ‘Şaşitiya li Başûr kiriye wê li Rojava neke’. Yanî dema ku firsend dît ji bo vê statuyê ji holê rake wê bikeve nava liv û tevgerê. PDK piştgiriyê dide dewleta Tirk a bi vî rengî ji bo PKK’ê tasfiye bike. Qadên gerîla dorpêç dike, kemînan datîne pêşiya gerîla, ji bo pêşî li teqwiyeya hêzê û lojîstîkê bigire, rêyan asê dike. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rewa dike. Artêşa dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye. MÎT li Başûrê Kurdistanê li gorî dilê xwe digere, qada YNK’ê dike hedefa dewleta Tirk. Dagirkeriya li Rojava rewa dike, rêxistiniya bi navê ENKS’ê ya ser bi PDK’ê ve hevkariyê bi çeteyan û hêzên dagirker re dike. Li Şengalê hem êrîşên dewleta Tirk teşwîq dike, hem jî bi îstîxbarata ku dide dike ku fermandar û rêveberên Êzidiyan ji aliyê dewleta Tirk ve bêne qetilkirin. Bi têkiliya bi dewleta Tirk re dike ku welatparêz û sempatîzanên li Mexmûrê bêne qetilkirin. PDK di vê astê de hevkariyê bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re dike ku dijminatiya li Kurdan û polîtîkaya qirkirinê di asta herî bilind de dimeşîne. Ji PDK a bi vî rengî re eger xayin neyê gotin wê çi bê gotin!
Eger ji PDK’ê ya ku di vê astê de têkiliyê bi dewleta Tirk a qirker re dike xayin neyê gotin, hingî pîvanên welatparêziyê wê bikeve, wê xumamî bibe. Ji bo Kurdan jî metirsiya herî mezin ev e. Xistina pîvanên welatparêziyê wê zerara herî mezin bide Kurdan û têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Ji ber vê jî helwesta bê nîşandan divê ne ew be ku çima ji PDK’ê re dibêje xayin; berevajî divê nêzîkatî û feraseta ku helwesteke têrker li hemberî vê têkiliya xiyanetê ya PDK’ê re nayê nîşandan, bê rexnekirin. Eger rewşeke bê rexnekirin hebe ew jî helwesta kêm a li dijî PDK’ê ye. Helwestên kêm ên li dijî PDK’ê ji dewamkirina xiyaneta PDK’ê re dibe bingeh.
Dewam dike…