DIRBESIYÊ- Êrîşên Dewleta Tirk a faşist, dagirker li ser çiyayên azad berdewam dike. Dewleta faişist li hemberê gerîlayên azad derveyê kanûnê şer çekên kimyewî bikartîne.
Li ser vê esasê Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kirin û piştgirtiya xwe bi şervanên azadiyê re anîn ziman.
Daxuyanî ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyekî rêzgrtin hat destpêkirin. Ciwan di daxuyaniya xwe de banga ciwanên Kurdîstanê kirin da ku li hemberê van êrîşên hovane helwestê xwe bidin diyar kirin.
Daxuyanî wiha ye :
“Dewleta tirk a dagirker li çiyayên Başûrê Kurdistanê rojane bi dehan caran çekên kîmyewî li dijî şervanên azadiyê bi kar tîne. Ev sûceke şer e û derveyî qanûnên navnetewî ye. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbesiyê van êrîşên faşîst û qirker şermezar dikin û berxwedaniya dîrokî ya şervanên azadiyê silav dikin. Em banga hemû jinên ciwan û herkesî li Kurdistanê û derveyî welat û civakên navnetewî dikin ku beramberî van êrîşên faşîst helwesta xwe diyar bikin. Saziyên navnetewî wekî CPT, Yekîtiya Ewrûpa û hwd berpirsiyar in û mecbûr in mudexele bikin. Em banga wan dikin ku bi erkê xwe rabin. Şervanên azadiyê rûmet û hêviya me ye û em ê heya serkeftinê li qadan bin û careke din berxwedana wan silav dikin.”