NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe li dar bixe. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya vê kongre tên kirin.
TEBQA
Îro jî li Tebqayê danê sibê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemû sûk û taxên bajêr bi armanca nîqaşkirina bi ciwanan re û vexwendina beşdarbûna kongreya çaremîn a Ciwanên Şoreşger derketin kolanan.
Her wiha kartên vexwendinê li dikandar û ciwanên li sûk û taxan hatin belavkirin.
REQA
Li Reqa jî civînekî ji bo amadekariya kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat kirin bi amadebûna dehan xort û jinên ciwan. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Letîfe El-Hesen axivî û girîngiya vê kongre ji bo birêxistinkirina ciwanan û bilindkirina rola wê di civakê de diyar kir.
Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî li Reqa bo amadekirina kongreya giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê civînan li herêma El-Hemrat û El-Kerama yên gundewarên rojhilatê Reqayê li dar xist. Bi dehan ciwan, jinên ciwan û malbatan beşdarî civînan bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre ji aliyê endamê ciwanên PYD’ê yê Reqayê Bilal El-Adel, li ser girîngiya ciwanan di civakê de û rola wan a pêşeng û girîngiya vê kongre ji bo bilindkirina rolê ciwanan û birêxistinkirina hemû pêkhateyên civakê axivî.