QAMIŞLO – Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi deh hezaran şervanên azadiyê birîndar bûn û şehîd bûn. Her wiha, birîndarên şer dev ji erkên xwe yên beramberî gelê xwe bernadin.
Ciwanê ereb Şiyar ê ji bajarê Humsê yê Sûriyê tevlî Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) bû û li Dêrazor, Baghoz û Serêkaniyê beşdarî şerê dijî DAIŞ’ê û dijî dagirkeriya tirk û çeteyên wê û li piştê xwe birîndar bû. Roja îro tenê bi alîkariya kursiyekî eletronîk dikare hereket bike. Şiyar bi Ajansa Nûçe Ciwan axivî derbarê wan rojên şer û hevaltiyê ku tu carî ji bîra wî naçin.
REWŞA VIR JI REWŞA CEM REJÎMÊ BAŞTİR BÛ
“Navê min ê tevgerî Şiyar e. Ez ji bajarê Humsê me. Em ji herêmên rejîmê Sûriyê derketin ji ber pirsgirêk li wir hebûn. Ez hatim herêmên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD). Rewş li vir ji rewşa cem rejîmê baştir bû. Min karekî ji xwe re peyda kir, min salekî li firoşgehekî şîraniyê kar kir. Di sala 2017’an de ez ji dikana şîraniyê derketim û tevlî hevalan bûm. Min fikirê Rêbertî nas kir.
EZ BIRÎNDAR BÛM
Ez tevlî hemleya Dêrazor bûm û ez çûm şerê Serêkaniyê jî. Ez kêfxweş bûm ku me gel diparast. Di sala 2020 de gûleyekî li min ket. Li Serêkaniyê guleyekî li piştê min ket. Ez felc mam. Ez heya niha tedawî dibînim. Baweriya min bi xwedê re heye û ez bawer dikim ku ezê ji berî baştir bibim. Birîndariya min bandor li ser psîkolojiya min kir. Hevalên min bi min re bûn alîkar da ku rewş baştir bibe.
EZÊ TU CARÎ VAN ROJAN JI BÎR NEKIM
Berî li Dêrazor ez tevlî hemleyan dibûm, ew rojên herî baş ên jiyana min bûn. Ez ê tu carî van rojan ji bîr nekim. Ez û hevalên xwe diketin pevçûnê bi dijmin re, dorpêç li ser me dihat, ruxmê wê me berxwedida. Li Baghoz pevçûnekî çêbû. DAIŞ êrîşê me kir û me dorpêç kir. Em 15 heval bûn. Me berxweda, û me hîn bi hev du re henek dikir. Eger ne wisa bûba, mirin mîsoger bûba û me winda bûba. Me xwe xilas kir. Min berdewam kir di nav şerê Baghozê de, me şer kir ji bo rizgarkirina wê. Me xwe xurt kir. Ew hemleyê dawî bû. Pevçûnê me bi hevalê min Mahîr çêbû. Hevalekî me gûleyekî xwar. Hevalekî din jî li lingê xwe du gule xwar. Me wî jî rakir. Me dev ji wan berneda. Li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk êrîşê me kirin û me cihên xwe winda kir. Em 25 heval û 13 şehîd bûn. Em vê ji bîr nakin. Heval sandok anîn û me şehîdên bir. Min li Dêrazor û Serêkaniyê rojên derbas kir ku ezê tu carî ji bîr nekim. Çi dibe bila bibe ezê ji bîr nekim ji ber rojên xweş bûn û ez ji rojên xweş bi hevalên xwe re ji bîr nakim.