NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina herî mezin a ku li Swîsreyê xebatên sendîkayî dimeşîne UNIA herî dawî kongreya xwe ya asayî ya îsal li Solothurnê li dar xist. Di kongreyê de detayên xebatên serdema nû hatin eşkerekirin.
Hat diyarkirin ku dê xebatên li ser lêçûna sîgortaya tenduristiyê û newekheviya dahatê ku pirsgirêkên hevpar ên kesên li Swîsreyê dijîn berdewam bikin.
Dewleta Tirk di warê mafên mirovan de kêmasî dikin
Alleva di kongreyê de behsa xebatên xwe yên li ser binpêkirinên mafan ên dewleta Tirk kir. Alleva, anî ziman ku di dema xebatê de bi gelek nûnerên welatan re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Me bi gelek nûner û konsolosxaneyan re hevdîtin kir. Lê belê me bi tu sazî û nûnerê dewleta Tirk re hevdîtin nekir. “Ji ber ku dewleta Tirk di gelek xalan de mafan binpê dike û her tim di van xalan de kêmasiyê dike.
Vania Alleva ku ji sala 2008an vir ve di nav Yekîtiya UNIAyê de di peywirên curbecur de dixebite, wê îsal jî serokatiya sendîkayê ya ku ji sala 2015an vir ve ye bidomîne.