NAVENDA NÛÇEYAN- Cezayê darvekirinê ku ji aliyê dewleta Îranê ve li gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr hatiye birîn, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin. Apê Ozdemîr, Alî Ozdemîr banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Cezayê darvekirinê ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Xoyê ve li gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr hatibû birîn ku di 23’ê Hezîrana 2019’an de di kemîna hêzên dewleta Îranê de bi birîndarî dîl hatiye girtin, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin.
Apê Ozdemîr, Alî Ozdemîr ku têkîldarî biryarê axivî, diyar kir ku divê dewleta Îranê demildest dest ji vê bêhiqûqiyê berde û wiha got: “Biraziyê min ne hemwelatiya Îranê ye jî. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Emê hemû mafên xwe yên qanûnî bikar bînin. Em dixwazin her kes li hemberî vê rewşê bi hestiyar bin.”