BEHDÎNAN- Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Metîna 2 dagirker bi çekên ferdî hatine cezakirin, li Avaşînê jî helîkopterek ji du milan hatiye xistin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker 8 caran bi gazên kimyewî yên jehrîn û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexe ve tunelên şer ên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM bombe kirine.
HPG-BÎM’ê der barê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî da:
“1- Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
— Roja 29’ê Gulanê saet 09:00’an de dagirkerên ku xwestin li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi pêş ve biçin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— Di 29’ê Gulanê saet 06:45’an de li herêma Berxwedana Girê Amediyê dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û çeperek hate derbkirin.
— 29’ê Gulanê saet 09:30’an de, dagirkerên ku xwestin li herêma Berxwedana Girê Amediyê bi pêş ve biçin, bi taktîkeke sabotajê hatin gulebarankirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
2. Herêma Metîna;
— Di 30’ê Gulanê de li herêma Enîşkê dagirkeran bi çekên ferdî hedef girtin û 2 dagirker hatin cezakirin.
3. Herêma Avaşîn;
— 28’ê Gulanê saet 12:30’an de helîkopterek ji du çekan hatiye hedefgirtin. Helîkopter hate derbkirin û neçar ma ji herêmê dûr bikeve.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
– Di 29’ê Gulanê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê FM ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê 8 caran bi gazên kîmyewî yên jehrîn û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
– Di 29’ê Gulanê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê 8 caran bi balafirên keşfê yên bombebarkirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 29 û 30’ê Gulanê de 1 car herêma Balayan a herêma Qendîlê, 7 caran herêmên Dêreşê, Deşta Kafya, Gûzê, Zengil ên herêma Garê, herêma Xinêrêya Jor a herêma Berxwedana Serdemê ya Girê ya biharê ya Delî, Herêma Rojavayê Zap carekê, bi giştî 14 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
— Di 28 û 29’ê Gulanê de Herêmên Berxwedanê yên Golka û Dergelê yên herêma Metîna, qadên Lolan, Kolît û Girê Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.