NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku roja 19’ê Gulanê saet di 23.00’an de ji aliyê milîsên HBDH’ê Engîn Sîncer (Erdal) ve li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li qadên gerîla yên li nuqteya polîsan ku li ser rêya Mêrsîn-Edeneyê kontrola nîzama giştî pêk tînin êrîşeke bombeyî pêk anîne .
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, piştî çalakiyê hate tespîtkirin ku li noqteyê wesayîtên zirxî îmha bûne û birîndar hene.”
Daxuyanî wiha ye:
Çalakiya seferberiya HBDH’ê ya li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên li Tirkiye û Kurdistanê dewam dike.
19’ê Gulanê saet di 23.00’an de, Rêya Mêrsîn-Edeneyê li nuqteya ku polîsan li ser asayîşa giştî kontrol dikir, li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li qadên gerîla didomin, ji aliyê mîlîsên me yên HBDH Engîn Sîncer (Erdal) ve çalakiyeke bombeyî hatiye lidarxistin Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, piştî çalakiyê hate tespîtkirin ku wesayîtên zirxî yên li noqteyê hatine îmhakirin û birîndar hene.
Dewleta dagirker bi teknîka xwe û bi deh hezaran leşkerên xwe li hemberî hêzên gerîla yên ku bi berxwedana xwe ya lehengî li her herêma Kurdistanê, bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metîna artêşa dagirker têk birin, bêçare ma; Dixwaze bi bikaranîna gazên qedexekirî û bi hevkarên herêmî bi tundî encam bigire. Gerîlayê azadiyê ku di Pêngava 1’ê Hezîranê de bi derbeyên li dijminan hemû planên xwe xera kir, bi salan şûnde îro jî bi heman ruhî li çiyayên Kurdistanê bi ruhekî fedaî têkoşînê dide dîrokê. Serkeftina gerîla ya ku bi taktîk û rêbazên nû yên di hunera şer de kûr bûye, çalakiyên ku dijmin felc dike pêk tîne, di heman demê de wê bibe serketina hemû gelê me ya li dijî faşîzmê.
Dijminê barbar ê qirker divê bizane ku gerîlayê li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa dagirker bi fedakarî şer dike ne bi tenê ye. Hemû ciwan, gelê me yê ku dilê wan bi agirê azadî û wekheviyê tije ye, ji bo şikandina tecrîda girankirî wê li bajar û metropolan mafê xwe yê parastina rewa ya ku li gorî ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê bi kar bînin. Li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî, heta ku operasyonên dagirkeriyê yên dewleta faşîst-barbar li Kurdistanê neyên rawestandin, divê çalakiyên tolhildanê pêk bînin. Her kesên ku di vî şerî de cih digirin, bi taybetî jî artêş û endamên asayîşê hedefa milîsên me ne.
Bijî HBDH!
Bijî Tevgera 1’ê Hezîranê!
Bijî Têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Gelan!
Bijî faşîzm!