NAVENDA NUÇEYAN- Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya 49’emîn salvegera damezrandina YNK’ê peyamek belav kir.
Talebanî di peyama xwe de got: “Ya ku me dema borî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ji bo nêzîkkirina aliyan kirî, wê bi heman awayî dewam bike û em dixwazin aştiyek dûrî pêşbaziya li herêmê pêk were. Em ê di aştî û jiyana hevbeş de israr bikin, me deriyê karê hevbeş vekiriye û wê hertim wiha bimîne. Em rêzê li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê digirin, em dixwazin nakokiyên xwe bi hev re çareser bikin. Pêwîstiya Kurdistanê bi me hemûyan heye, wê yekîtiya me parastina mafê me bixe bin garantiyê û ezmûnên borî ispat kiriye ku parçebûn xizmeta ti aliyek nake. Pêwîste bi xeyalek mezintir û niştimanperwertir, çavê me li jiyana xelkê û dahata giştî ya Kurdistanê be.”