BÎEL- Li bajarê Bîel ê Swîsreyê ji bo bavê 4 zarokan Mehmet Yildirim ê di 24’ê Gulanê de li gundê Nenyasa bi ser navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Gelek malbatên şehîdan û Kurdistanî tevlî bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bûn.
Berdevkê Saziya Malbayên Şehîda a Swîsreyê (KOMAW) Mustafa Karahan axivî û got: “Şehîd neferên têkoşîna Kurdistanê ye. Em li pey şopa wan dimeşin. Gelê Kurd ê welatparêz, weke hûn dizanin hevalê me Mehmet Yildirim (Sofî) li Liceyê di endama êrîşeke xayîn de şehîd bû. Xwe bi jiyan, dilsozî û pêbaweriya xwe îsbat kir. Şehîd Sofî bi têkoşîna xwe re careke pîvana welatparêziyê nîşan da. Li dijî êrîşa 4 saetan a artêşa Tirk heta kêliya dawî têkoşîna xwe meşand û teslîmiyetê qebûl nekir.”
Karahan got ku rêya Rêbertiyê rêya azadiyê ye û anî ziman ku wê têkoşîna azadiyê heta dawî berdewam bike.
‘XWEDÎ LI AXA XWE DERKET, TAWÎZ NEDA DAGIRKERAN’
Kurapê Şehîd Mehmet Yildirim, Mahsûn Kocakaya jî soza mezinkirina berxwedanê da û wiha got: “Şehîdê me têkoşînê fêrî me kir. Welatê me di bin êrîşên mezin de ye, axa me hatiye dagirkirin, divê li dijî vê derkevin. Şehîd Sofî bi gotinên xwe hemû tişt radixe li ber çavan. Piştî ku 7 sala di girtîgehê de ma careke din xwedî li axa xwe derket. Sofî ku bi her kesî re li hev dikir, her kesî nas dikir, ji bo me bû heval, bira û hertiş. Tawîz neda dijmin, 4 saet ji o axa xwe nede şer kir, xwedî li têkoşîna xwe derkt û li pêş zarokên xwe şehîd bû.”