KOBANÊ- Li Kobanê ji 250 xwendekarên hemû beşên zanîngehê re şahiya derçûnê hat lidarxistin. Şahî li lîstigeha Kobanê bi amadebûna bi hezaran kesan hat organîzekirin.
Şahî bi hatina şagirtan û bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Xwendekaran berê xwe da Goristana Şehîd Dicle û ev serketin diyarî şehîdan kir.
Di şahiyê de endamên Rêveberiya Zanîngeha Kobanê û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û diyar kir ku ew bi zimanên xwe û derçûna xwendekarên xwe şanaz in.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî û got: ” Derçûna van xwendekaran ne bûyereke ji rêzê ye, derçûna 250 xwendekarî ew bi xwe berhemeke ji şoreşê ye. Derçûna van xwendekaran jî ji encama têkoşîn û berxwedana 40 salî ye û xwedîderketina li mîrasa bi hezaran şehîd û birîndaran ne. Îro dema ku em bi hezaran kes kom bûn û 250 xwendekar beşdarî merasîma derçûnê bûne, nîşan dide ku gelê me rêya berxwedanê şopandiye, cihê dagirkeriyê û mêtîngeriyê nemaye. Em di rewşekê de ku di bin gefxwarinê de ne. Ev şahiya derçûnê ya îro ji tevahî hêzên ku destên xwe dirêjî vê axê bersiv e.”
Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd bi wesîleya derçûna xwendekara axivî û got: “Em vê rojê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Gelê Kobanê bi berxwedana xwe li hember tarîtiyê tê naskirin. Navê vî bajarî li cîhanê deng veda. Her bihostek ji axa Kobanê şahid e. Di şexsê Viyan Amara û Egîd Cîlo û tevahî şehîdan de em vê rojê li tevahî şehîdan pîroz dikin û bi israr in rêya wan bişopînin.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îs axivî û wiha got: “Ev in neviyên Ehmedê Xanê û neviyê şervanên we ku gav bi gav serkeftin misoger kirine. Em ê bi ser bikevin. Îro hestên me tev li hev in û biryara serkeftinê didin.”
Di dawiyê de karnameya derçûnê li xwendekaran hat belavkirin.
Çavkanî: ANHA