LONDON – Li paytexta Îngilîstan Londonê, bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê, ji bo Rêber APO yê 25 sal in û 39 meh in agahî jê nayê girtin û şert û mercên herî giran ay di zîndana Îmraliyê de hatiye girtin standa “Azadiyê” hate vekirin.
Ciwanên ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” li gelek deverên Ewropayê li qadan bûn, li Îngilîstanê jî li qadan bûn.
Di çalakiya ku bi dehan ciwan beşdar bûn de, kolanên Londonê bi cil û bergên gelerî yên ciwanan û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO deng veda.
Di çalakiyê de broşur û belavokên azadiyê li Rêber APO hatin belavkirin.
Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê yên têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyek dan ajansa me, ev tişt gotin;
“Gava ku Rêber APO li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî û îşkenceyê de ev 25 sal in di bin komploya navneteweyî de berxwedaneke mezin da meşandin, tevgera azadiya Kurdistanê û gerîla li hemberî faşîzma Tirk û polîtîkayên şerê taybet serî natewînin. Saziyên navneteweyî yên wekî CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li hemberî kesên ku li dijî hiqûqa navneteweyî li dijî Rêber APO ku ev du sal in agahî jê nayê girtin, tu bertek nîşan nadin. Destûr dide ku faşîzma Tirk pêş bikeve. Weke tevgerên ciwanên şoreşger ên li Ewropayê, TCŞ û TekoJIN, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurdb re Çareseriya Demokratîk ” ku di 10’ê Cotmehê de li 80 navendên cuda dest pê kir, em ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li qadan bin .
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedane Îmralî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.