MEXMÛR-
Hevpeyvîn bi jina ciwan Medya re a ku ji welatê Brîtanya ye.
“Ez xwendekar im û di zaningehê de dixwînin. Ez dixwazim civakên alternatîf keşif bikim ku xwe bi awayek xweser bi rêxistin dikin. Bes ev jî projeyekî min a şexsî ye. Ji ber ku di van salên dawî min dît ku ji me re rihetir tê em rewşekî qiyametê, dawiya cihanê û distopiyan xeyal bikin, ji dijberî vê utupî, civakên îdeal, çawa em bi rastî dixwazin jiyan bikin. Ez difikrim ku ev rewşekî bi rastî xemgîn e. ji ber vê ez di lêgerînekî de me da ku ez bikaribin mînakan bibînim. Belki ne Utopiyanê bes herî kêm cihên ku dixwazin jiyanekî baştir avabikin. Cihên ku dixwazin jiyanek alternativ xeyal bikin û avadikin. Lêkolina min min dibir cihên cuda yên Ewropa, herwiha ez çum Meksîko û niha ez herî dawî hatime Mexmur. Beriya demekî kurt min Mexmur nas kir. Bes dîtina agahiyan di derbarê Mexmur ne ewqas rihet bû. Cihekî taybet e û ez tahmin dikim hinekî verşartî ye jî ji bo kesên ji Rojavayê cihanê. Hevalekî min ku beriya demekî li vir dima ji min re behs dikir. Bala min kişand ji ber ku diroka penabertî ye, lê dijberî vê ne çiroka klasîk a kampekî penaberan e ku bêhêvî, mexdûr, bêhêz. Dijberî vêê belkî penaber in, lê biryar dane ku bîrdoziya xwe û exlaqa xwe bişopînin û ne mecburê dewletekî yan tu kesekî bin da ku bikaribin jiyanek azad jiyan bikin. Ev dijberî bendawariyên me ji bo penabertî ne û ev ewqas bala min kişand ku buye sedema hatina min a vê derê.
Ez bawerim beriya ku ez hatim vir min dikarî tenê xeyal bikira çawa mirov xweser jiyan dikin. Mesele şeweyên ku xwe bi rêxistin dikin di nava meclis û komînan de. Bes tiştê ku min tu carî ne fikirî û gelek bala min kişand ev e ku Mexmur civakekî exlaqî ye. Yani kesên ku biryar dane li gorî exlaq û bîrdoziyek jiyan bikin. Ev biryar ji bo wan bû sedema gelek zahmetiyan. Bes her roj ji nu ve biryara xwe digrin. Ev tîştekî pir bi hêz e dema mirov dibîne ku ne tenê di asta hinek kesasn, yan jî grupekî piçuk, lê di çarçoveyekî mezintir tê jiyan kirin. Ev tiştê ku destpêk bala min kişand û min ti carî xeyal nekir.
Herwiha balkêş e, hemû tiştêm ku civaka vê derê behs dike, sînor, embargoya li ser aboriyê û arteşên ku xwe herderê bi cih kirine, ku rê hatine girtin û hewaya hişk û çol. Ciwanên li vê derê û kesên ku min li vir di destpêke de axifî, kesên ku herî zêde hatine sînordarkirin di defetên xwe û tiştên ku dikarin avabikin de. Lê ez gelek ciwanan dikafikrim ku niha li ewropa jiyan dikin û ew dikarin heta astekî tiştê ku dixwazin pêkbînin bikin û heta astek azad in, lê rastiya wê de mirov dibîne ku gelek caran wisa xuya dike ku di rewşekî bêçaretiyê jiyan dikin ji ber mesele pirsgirêkên guhertina klîma, yan jî rewşên din ên cihanê, û hinek caran hima weke qabulkirina rewşa heyî bi awayekî pasîf, ku tiştekî êdî neguhere. Ji ber vê jî rihetir e tu tenê telefona xwe meyzebike û li ser intagram binere, li şuna ku hewl bide xeyal bike û tiştek cuda avabike.
Ez dixwazim vê pergalê baştir fem bikim!
Sînorên pratîk ku li vê derê tên jiyan kirin, rastiya bi hêvîbûnê li vê derê bihêztir dikin. Kontrasta maneya ku mirov bi rastî bi hêvî jiyan dike û baweriya ku li vê derê bi rastî tiştek cuda tê avakirin û ku tu bi rastî baweriya xwe dide bîrdoziya ku rê nişanê te dide.
Belki gelek peyv hene ku mirov dikare bikarbîne. Di milekî de ji min re weke gundekî xuya dike. Em diçin û tên û herkes herkesî nas dike, gelek kes mirovên hevdu ne. Hestên gund yê klasîk li pêş e, bi jiyanek kominal û hevpar, pîrozbahiyên hevpar, mêvanperweriyekî mezin. Ev hemanekî wê ye. Hemanekî wî ya din jî pergala konfederalîzma demokratîk e. Ev jî sedemekî hatina min a vê derê ye. Ez dixwazim vê pergalê baştir fem bikim. Ez hewl didim beş bi beş hinekî baştir fem bikim. Mirov hemû şêweyên cuda yên rêxistinbûna civak dibîne.
Hemanekî din ku ji min re gelekî balkêş tê rêgeza ku di hemû hemanên vê sîstemê de herkesî ku têde cih digre hem xwendekar hem mamoste ye. Yanî herkesî fêr dibe û fêr dike jî. Ev hest ku min ji Mexmur girtiye weke rêgezekî gelek baş dibînim ku mirov dikare li gor vê jiyan bike. Tu ti carî gera jiyanê a fêrbûnê bi dawî nakî, di cihekî naseknî û nabeje ku tu niha mamoste yî û amadeyî ku tu tenê zanebûn bidî. Tu herdaimî digrî, didî û distinî. Yanî ez hewl didim Mexmur penase bikim û têde hinekî wenda dibim.
Di milekî minakekî siyasî a vê pergalê ye ku bi rastî radikal û bi heycan e. Ne di çarçoveyekî gelek mezin, ne jî gelek piçuk. Ez bawerim derdora14000 kes li vê derê jiyan dikin. Yanî ne tenê grupekî ku bi hevdure di odeyekî de runiştî ye û bi hevdure biryaran digre. Çarçoveyekî ji vê gelekî gelekî mezintir e. Li vir gelek mirovên normal jiyan dikin bi pêwîstî, daxwaz û pirsgrêkên gelek ji rêzê, yan jî pir germ e, havîn e, em nikarin biçin kar, em di nava çolê de ne. Ev rastş tabî ki ji bo civak zahmet in. Gelek arteş jî di derdor de hene.
Ez nizanim ez Mexmur çiqasî rast penase dikim. Bes ez bawer im ev hemû tîşt tê de hene. Hestên ku ev civak di ferqê de ye ku tîştê ku ew dikin radikal e û ev tiştek nû û bi heycan e. Di milekî din jî ku daimî mirov fêr dibe û pêşketin avadike. Hatina min jî bala gelek kesan dikşîne. Çima ez hatime vir? Ez çi dikim li vir? Pir pirsên wan hene. Ez carna hîsdikim ku bi min re hevpeyvin çêdikin.
Ilhama ku em digrin ji hêviya ku em dikarin her roj pê jiyan bikin û enejiya ku vê derdikeve. Ev di milekî ji analîzekî gelek mezin a pirsgirêkên ku di cihanê de tên jiyan kirin tê, rastiyên ku li Rojhilta Navîn û Kurdistanê tên jiyankirin, têkoşînên cur bi cur û pergala kapîtalîst û hwd.
Lê di milekî din rojane avakirina rastiyekî ku li hemberî vê berxwedanek e li hember vana. Bes lazime bibe bersiv ji bo persgirêkên civak a jiyanî û pirsgirêkên ku em weke mirov jiyan dikin. Ji ber vê di milekî berxwedanekî radikal e, lê di milekî ji normal û jiyanî ye.
Ev ilhamekî mezin e. Ez bawer im ji min re jî hîn zêdetir wext lazime da ku ez bikaribin rastiya Mexmur cardin berçavan derbasbikim û fembikin û çi dikarim ji bo xwe bigrim, çi dibe ilhamekî herî bingehîn û çawa dikarim vê bikarbînim û belav bikim. Ez bawerim ev hestek e ku herkes li vir jiyan dike û herkes li vir pêwîste rol bileyze.
Di milekî de ez hinekî fêrî vê derî bûm di van hefteyên dawî de. Lê heta ku ez fêrî vê rastiyê bûm ku herdem teyereyek di ezamanan digere, dengê vê, yan jî ev helikopter kijan reng e?, fêrbuna vê hinek wext digirt. Tiştên wisa. Di pir aliyan de herdem ev fikir di mejiyê min de heye ku ji bo min, ez dikarim biçim, dema ez dixwazim, ji ber vê femkirina hestên li vê derê jiyankirinê bi van teyareyên keşifê zehmet e. Ez naxwazim bejim girtî. Bes ev mijar mijarek e ku ez nikarim xwe tam têde bibînim ji ber ku ez dizanim ku z dikarim biçim.
Di milekî din de, dema ez li Mexmur, li derve digerim û li çiyayan dinêrim ez dikarim noxtyên lêşkerî bibînim, yên arteşa dewleta Iraqê, ez milekî din dinêrim, ez yekî din dibînim, û dema ez diçim wir, ji min re dibêjin hêdî biçe, li wir hîna hîn kes hene hucreyên DAİŞ in. Ev tişt hemû rastiya vê derê ne, bes ne normal e, ji bo min jî ne normal e, ji bo tu kesekî divê normal nebe.
Ev hestê ku tu tê sînordarkirin.Di cihê ku tu dikarî bikaribînî û biçî. Weke ku min got, ji bo min ev rewş cuda ye, ji ber vê jî hestekî cuda ye. Bes ez difikrim ku tîştek e ku îfadekirina vê zahmet e.
Civakek ê ku ewqas zahmetiyan dikşîne lê ruxmê vê bi zanebûn, hêvî û baweriyê jiyan dikin!
Ez bawer im ku pir cuda ye eger tu di derbarê tiştekî de bixwinî û eger tu ne tenê li vir bî û dibîni, bes bi kesên ku li vir jiyan dikin ve û van zahmetiyan derbas dikin ve diaxifî. Kesên ku mirovên wan Şehîd ketine û ev buyerên ku herî dawî qewimîn. Pir zêde wext li ser derbas nebû. Ev dide femkirin ku ev dikare dîsa çêbe û wê bi ihtimalekî dîsa çêbibe. Ez bawerim ez weke şexs, tenê dikarim vê yekê bi awayekî gelek teng penase bikim. Mesele hatina min a vêderê gelekî durî aqil bû. Mesele dema ez gihîştim balafirgeha Hewlerê ku tenê rê seatek ji vê derê dur e, pêwîst bû biçim balafirgeha Baghdadê û reyek 5 seat de werim vir. Weke din derbaskirina gelek hacizan û veşartina rastiya ku ez dixwazim werim Mexmur, ji ber ku eger min gotiba ewê min lêpirsînkiriban, ez çi dixwazim bikim? û ji min re gotiban ku terrorîst in. Ez van nîqaşan dizanim, lê dema tu digihijî tu dibînî. Tiştê ku tu dikarî bibînî mirovên normal in, bes taybet in û radikal û hwd. Rewşekî bi sosret e ku ewqas tirs nava vê rastiyê hat xistin. Sorokê Dewleta Tirk, dewleta Iraqê. Herkes ji vê kampa penaberan ditirse. Ez dibêjim ku gelek bihêz e ku jê ditirsin. Ez dibêjim ku mirov ku hemû bi zorê ji mal û axa xwe derketin e û heta astekî hat hêvî kirin ku eger hatiban vê çolê hemû bêdengbûna û ev wê buya dawiya wê. Em wisa difikrim ku kesên penaber insanên herî bêhêz û birînbar in di nava civakê de. Tiştê ku em dikarin ji wan re bikin, em wan re belkî bibin alîkar. Pere bidin wan u gunehê xwe bi wan re bînin ji ber ku tiştekî wana nîne. Bes rastiya vê ev e ku hertiştê wan heye. Belki gelek zahmetî hene lê xwedî vê qabilyetê ne ku şeweyekî ku bi temamî nû ye a jiyankirinê, siyasetê û azadiyê xeyal bikin. Şopandina bîrdoziyekî ruxmê ku tu rû bi ru yê kuştinê yan ji jiyanekî gelek zehmet werî ji ber vê. Ez bawer im ku ev jî tiştek e ku pergal û dewlet nikarin xeyal bikin. Mesele ev hêz, ev tiştê herî bi heycane ji bo mînakek e civakekî polîtîk ku min dîtiyê. Civakek ê ku ewqas zahmetiyan dikşîne lê ruxmê vê bi zanebûn, hêvî û baweriyê jiyan dikin ku ev zahmetî hemû werin û wê derbasbikin jî. Ez difikrim ku gelek xweş e dema mirov asta fedakarî di nava civakê de li Mexmurê dibîne, ne tenê li Mexmur, li hember Rêber Apo weke şexs, weke kesayet û tiştê ku ew temsîl dike ji bo Kurdistan, ji bo cihanê, ji bo têkoşîna azadiyê, fikrên wî û tiştên ku ew li hucreya xwe di zindanê de pêşxist û avakir. Belkî ev jî sedema ku dewletan ewqas ji vê kampa penaberan ditirse û çima ewqas ji mêrekî ditirsin di hucreyek di zindanek li ser giravek û ji guardiyanan dorpêçkirî ye. Belkî ev ji analojiyek mîna vê ye. Eger tû rewşekî mîna vêya bifikrî, penaber û girtiyan belkî di rewşekî herî bêhêz û neçar in. Bes Rêber Apo ji vê hucreya xwe dikarî, weke ku hinekan gotin, Şoreşek li ser şoreşekî avakir û buye ilham ji bo şoreşekî civakî. Fedakariya ku gel li vir û li Kurdistanê, li hemû cihanê ji bo vê kesê raber dike bi xwe ewqas tişt nîşan dike li ser vî kesî, pêwîst nake tu fikrên wî bizanibî. Gelek caran min hinek fikrên wî bihîst û ji min re hatin şirove kirin û ez niha pir bi heycan in versionekî inglizî ji pirtukên wî bibînim û bixwînim û gotinên wî bi xwe jî bixwinim û tiştên ku li vê derê li Mexmur tên pratize kirin.
Perspektîfa ku li vê derê ji min re hat dayîn dîsa û dîsa xwendina pirtukên Rêber Apo ye!
Ez difikrim ku analojiyek pir zelal a têkoşîn ku divê em bidin meşandin e. Mêrek ku di hucreyeki di zindanê ji dijmin hatiye dorpêçkirin. Ruxmê vê dikare avabike û ilham bide ji bo şoreşekî û di hundirê Şoreşê de jî, bê ku hîç ji vê hucreyê jî derbikeve. Ev jî tiştek e ku gelek ilham dide herkesî.
Ez difikrim ku eger kesek bi guman be ku ev têkoşîn tenê ji bo Kurd û Kurdistanê be, rast e ji bona vê ye, lê ji bo tevahî mirovahî ye jî. Ji bo azadiya me hemuyan e û ji bo ku em fem bikin ku kesek ji me ne azad e. Tekoşînek ku herî zêde ikna dike ku min heta niha dîtiye. Di heman demê de li hemberî ewqas dijminahî, faşîzm û pirsgirêkan berxwedide û di milekî din jî alternatîfekî pêşniyar dike. Ji ber ku ji bo gelek têkoşînan gelek rihet e ku kapîtalizmê rexne bikin, hertişt tenê rexne bikin. Bes bê ku milê wê yê din jî bidin pêş. Yanî tenê rexne dikin bes ava nakin. Ez difikrim ku ev şoreş, şoreşek e ji bo me hemuyan. Giringe jî ku ev têkoşîn di erdnigariya xwe ya Kurdistanê avabuye.
Ez nizanim eger ez bikaribim perspektifek bidim, lê perspektîfa ku li vê derê ji min re hat dayîn dîsa û dîsa xwendina pirtukên Rêber Apo ye. Ku em li wir destpêbikin û di fikir û felsefeya wî de kûr bibin. Ji bo ku em analizên ku ew kiriye di derbarê pirsgirêkên civakî fem bikin, lê kîjan çareserî jî em dikarin avabikin.
Ez texmin dikim ku li Mexmur lêhûrbûnekî mezin li ser perwerde heye. Ev perwerde jî ne tene bi awazek pasîf e ku tu tne diçî mektebê û zanebûn gel xwe kom dikî, lê kûr dibî, lêpirsîn dikî, pirsan dikî û li ser difikrî.
Em dibînin jî di pratikê de, ez dixwazim pratîka vê fembikim, em li dikarin Rojava, têkoşînên li Bakur, hemû parçeyên Kurdistanê binêrin. Em dikarin bixwînin û lêbinêrin çawa tên pratize kirin, lê di milekî din jî em dibînin çiqas tirs di dewletê de û di sîstema derdora wê de avadike. Ez difikrim ku ev tenê niîşanê me dide ev fikir û felsefe çiqasî giring e, ji ber ku gelek jê ditirsin. Ez dibijim dest bi xwendina pirtukên Rêber Apo kirin.
Meyzandinekî baviksalar, ku li te meyzedike tenê weke beden, ne weke mirovek, min li vir ev tu carî hîs nekir!
Ez dikarim bêjim ku ez dikarim destpêk behsa xwe bikim weke jinekî, min xwe çawa li Mexmur hîs kiriye. Ji ber ku min gelek sal bi gerandina gelek cihan derbas kir. Ez cum gelek cihên Rojhilata Navîn, Kurdistan û gelek gelek cihên cuda. Bes ez rastî dikarim bêjim ku dema ez li vir digerim, dema kes min dişopînin û dema em bi hevdure didin û distînin, bes min hîs kir ku meyzekirina civak ewqas bê zayendperestî ye. Ez bawerim tu carî di jiyana min de ez bi rewşekî wisa ve ru bi rû nehatime ku ez li cihekî de ji mehekî zêdetir mam, û tenê carekî ji hîs nekim ku meyzandinekî bi zayendperstî heye. Meyzandinekî baviksalar, ku li te meyzedike tenê weke beden, ne weke mirovek. Min ev tu carî hîs nekir. Ev nayê vê maneyê ku Mexmur çar çar e, û ez bawer im ku em dikarin minak ji bo rastiyên baviksalar jî bibînin ku li vê derê hene ku bi carekî wisa rihet nikarin werin derbaskirin. Lê weke jinek ev bi rastî şoreşek e ku ez hîs dikim û gelek bar radike û rihetiyekî dide avakirin ku min tu cihekî din hîs nekiriye.
Beşa duyemîn ya dîtîna min a jinên Mexmur ev e ku, belkî pir klişeyekî be, bes ez bi rastî ji difikrim ku xwedî hêzekî ne ku hewl dide fem bike jinbuyîn çi ye, bê ku xwe bişibîne zilam, be ku bibe dijber, yan jî hewl bide nasnameya xwe bi xwe avabike û fembike jinbuyîn çi ye, maneya rêxistinbûna xweser, siyasî û parastin çi ye. Û ez bi rastî jî dibînim ku jinên li vir jî bi xwestek in ji bo femkirina vê. Ev jî gelek ilham dide. Weke din jî dîtina hevaltiya di navbera jin û xort, ji ber ku gelek caran em têkliyên di navbera jin û zilam yan bi awayekî zayendî dibînin yan jî malbatî ne, weke ya bav û zarok. Lê em kêm caran hevaltiyek rast dibînin yan jî hezkirina platonîk ku naye mane ku ne kûr e. Dîtina vê gelekî azad dike.
Gelek tiştên balkêş hene di derbarê ciwanan de. Tiştekî ku min gelek bandor dike, ez bi fikrandina xwe ya teng tên vê derê, hemû sînorên pratikî dibînim, ku em nikarin ji kampê derbikevin, nasnameya te tune ye, yan jî nasnameya te nahêle tu biçî herderê. Gelek sinoran hene, ku te didin fikrandin, ku rewşek zahmet e weke ciwanekî, û ez bawerim gelek zahmet e jî di gelek milan de. Bes ez dibînim, bi tiştên ku min ji ciwanan bihistiye, rast e xemginin jî ji ber ku nikarin biçin ji derve, gelek xemgîn ez bawer im, bes ez potensiyalekî gelekî mezin jî dibînim, ku dikarin gelek tîdt bikin, hertiît dikarin bikin. Ewqas derfetên wan li vê derê de hene. Ewqas afrînertî heye. Ez mesele çum altolye û pir bandor bûm dema min dît çiqas yetenek û eşq di nava weneyan de heye. Ez bawerim gelek sînorên pratîk hene bes weke din jî hîç sînor jî nînin ji tiştên ku ciwan dikarin bikin. Ez ji vê jî bawerim ku ew jî vê tiştê baş dizanin. Belkî ne hemû ji wan û min guhdarî xemên wan jî kir. Bes ji bo min kontrastekî gelek mezin bi ciwanên ku ez nas dikim û dizanim li ewropa û li rojavayê cihanê mezin dibin. Ez bawer im nifşê min jî herî kêm ketiyê vê ferqê ku ku di cihanê de gelek pirsgirêkên mezin hene. Belkî pirsgirêkên wê yên siyasî fem nakin lê herî kê pirsgirêkên ekolojîk dibînin. Ev mijarek gelek mezin e ku herkesî ji nifşa min fem dike, lê belkî gelek kesên ciwan nikarin vê girêbidin çima pirsgirêkên ekolojîk hene û sîstem çi li me dike. Belkî analiza wan heta vê derê ye, bes herî kêm fem dikin ku pirsgirêkek di cihanê de heye. Bes wê demê, ji ber ku analiza wan li wir bi dawî dibe, çareserî çi ye? Belkî ji bo şexsekî ku hinek guhertinan çêbike di jiyana xwe de. Bes piranî caran civak qabul dike ku xwe depresîf hîs bike yan jî ji ber kriza klîmayê bimre. Ev e. bes ne xwedî vê hêzê ne ku jiyanekî alternatîf û çareserî xeyal bikin yan jî ku şeweyên cuda hene mirov bikaribe tiştek bike, ku tu dikarî bi hêvî jiyan bike, li şuna ku tu inkar bike, bêçare bimîne.
Min di gelek hemanan de dîtiye, mesele ez hatim mexmur di demekî ku gelek pîrozbahî hebûn. Û gelek kes ji min pirsîn eger ez hatime ji bo pîrozbahiyan. Mesele ji bo Rojbûna Rêber Apo, Newroz yan jî 8ê Adarê, û ji min pirsîn pirozbahiyên di welatê te de çawa ne? Bes minakên ku min dikarî bidaba gelek kêm bûn. Ji ber ku li gel me mesele Noel heye, ku essas tenê hincreteke ku em tiştekî bikrin, ji aliyê gendeliya reklam û bazarê pir hat bandor kirin. Dijberiya pirozbahiyên ku dereftek in ku mirov tên gel hev û serkeftinên xwe û rojên xwe yên giring pîrozdikin û bi hevre dîlan digrin, bi hevdûre guhdarkirina musîk, gelekî ji pirozbahoyên takekesperest ku em dizanin dur e. Belkî tenê mijarekî jiyana komînal be. Bes ez bawer im gelek mînakên din jî hene. Ez bawer im gelek mînak hene bes niha nayên bîra min. Bes mesele dema ez çubûm Meksîko, ez dixwazin behsa vê bikim, ez çum bajarek û tiştê wan ê xweş û kevneşop hene. Karên komînal dikin ji bo bajarê. Heftê carek belkî tên gel hev, ne herkes bes ki dikare, û sahar û roja xwe didin ji bo vê karê. Û ez fikrim ku gelek xweş e. Bes ez hatim vir û min hîs kir ku her roj wisa ye. Ev normal e ji bo vir. Rojane wisa ye. Pirsgirêka heryekî, pirsgirêka herkesî ye. Alternatifekî radikal e ji bo jiyana kes.
Heta astek ez ji bo vê tiştê amade me. Ne ku ez tu carî ji mala xwe yan jî ewropa derketime, ji ber wê ez bawer nakim ku gelek cuda be. Bes ne tiştek madî ye. Eger ez rast bêjim, tiştê ku ez bêriya vê dikim, tenê ez hestên takekes yên ‘privacy’. Şeweyê ku ez hatim mezin kirin ev e û ez bi vê tiştê re têkoşîn dikim. Rastiya ku hertişt tê parvekirin, rastiya ku eger ez tiştek bi tenê jî bikim, ez xwe tu carî bi tenê hîs nakim. Ev di milekî de gelek xweş e, lê di milekî din jî pir diweste. Parvekirinekî daîmî ye, ruxmê ku ez ziman nizanim û fêr dibim. Lê navber nîne. Ez bawer im gelekî xweş e lê eger ez rast nêzî xwe bibim, ez dikarim bêjim ku bêrî dikim, lê tu dikare fêr bibe, li ser lêhûrbûn bike û biguhere. Komfortek e, luksekî ye, bes ne fizîkî ye. Ku niha deriyê xwe bigrim û bêjim ez niha di cihana xwe de me.
Ez hîs dikim ku ez di destpêkê de me. Ne di cihekî cuda de
Ez dixwazim di vir de spasiya herkesî bikim. Taybet mêvanperweriya herkesî. Bes ne tenê mêvanperweriya fîzîkî ku herkes behsa mêvanperweriya Rojhilata Navîn û Kurdistanê dike. Mesele xwarina ku didin pêşiya te, rast e. Bes ji vê zêdetir, bi rastî ev mêvanperwerî ku wext ji bo min veqetand da ku hertiştî ji bo min şirove bikin, rewşa min pirsîn, ziyareta min kirine, ji min re tiştên ku min fem nekirine bi kurdî dane femkirin, sabira ku belki pênç caran bi awayekî cuda ji min re tiştek şirove kir ji ber min fem nekir. Ev mêvanperwerî ku bi xêr hatina te dike bê ku bizane tu kî ye, çima tu hatî, tu çi dixwazî, bes emê bi rastî hewl bidin ked bidin ji bo lêkolîna te da ku tu baş fem bike sîstema me çawa ye û em vê ji bi rastî dixwazin. Ji bona vê ez dixwazim spasiya we bikim.
Weke ku min berê de jî got lazime ez hîn bêhtir li ser lêhûrbûn bikim. Tecrubeyên ku min li Mexmur standiye bingehekî dan avakirin ji bo tiştên ku berê de di lêhûrbûna min de hebûn. Mesele ez xwendekarekî zaningehê me û lêkolin dikim, lê ez bawer nakim ku ev cihana akademîk ku em niha têde jiyan dikin ku herkes têde zanebûnekî takekes avadike, ez neqabulkirinek li hember vê sîstemê hîs dikim, û tenê ev fikir ku ez tecrubeyên ku min li vir girtiye binivîsinim, vana pêşkêş bikim û piştre werim teqdîr kirin. Bes ev ne zanebûna min e. Bi rastî ne zanebûna min e û ez di ferqa vê de me. Mentiklî ye ku mirov dikare weke şexs zanebûn çêbike û di sîstema akademîk a rojavayê cihane. Ez bi rastî nizanim reya min çawa xuya dike. Bes hinek derdora femkirina çawa em dikarin nêzîkatiyek demokratik avabikin ji bo lêkolin, çêkirina zanebûn û kûrbûna di têkoşînê de, mesele ev têkoşînên ku ilham didin, ku em bikaribin ji wan fêr bibin û di heman demê de avakirina bingehên cuda û komunal ji bo jiyanê di erdnigariyên cuda ên cihanê. Û ev bi rastî gava min a yekem e di reya min de. Ev gava yekem a di gera min de ji bo fêrbûn û femkirinê. Ez hîs dikim ku ez di destpêkê de me. Ne di ti cihekî cuda de.