HESEKE – Di 27’ê Gûlanê de Hêzên Parastina Gel (HPG) balafirekî bê mirov a “Aksungur” a dewleta Tirk a dagirker hilweşand. Bi dest xistina teknolojiya xistina balafirên bê mirov di Newrozê de ji aliyê HPG hat ragihandin.
Endamên TEV-ÇAND derbarê xistina balafirên Tirk ji aliyê gerîla ve, wateyê wê axivîn û helwestê xwe dan nîşandan.
Endama TEV-ÇAND a bajarê Heseke bi navê Peyman wiha axivî: “Herî dawî mizgîniya gerîla li çiya 27’ê gulanê, balafirê Tirk xistin. Ji bo vê mizgînî em kêfxweş in weke gelê kurd. Tevlî zor û zehmetiyên li çiyayên Kurdistanê, li hemberî gerîlayên me, çekên herî giran, çekên qedexekirî tên bikaranîn, li hemberî wê gerîlayên me berxwedaniyekî herî mezin dikin. Hezkirina me ji wan re heye ku canê xwe feda dikin ji bo vî gelî. Banga me ji gelê me, ji ciwanên me re, ku xwedî li vî nirxî, li vê kedê derkevin, ji ber wan em îro jiyan dikin û em ser piya ne.”
Mamosteyê govend ê TEV-ÇAND bi navê Loran, ji bajarê Heseke wiha got: Dewleta Tirk a faşîst êrîşên pir giran li ser çiyayên Kurdistan dike. Bila ew jî baş bizanibe ku rûxme ku ew silahên kîmiyawî yên hovane, qirêj dijî gerîla bikartînin, nikare bi silahên xwe me bitirsîne. Berî çend rojan gerîlayên serê çiya balafirên wan xistin erdê û ev hêzekî ji me re ye, ev wek serkeftinekî ji hemû gelê kurd re ye û em vê serkeftinê li her 4 parçeyên Kurdistanê pîroz dikin, em li ciwanan pîroz dikin û em li jinan pîroz dikin.