KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê Komîteya Jin a Desteya Ciwan û Werzîş di bin diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi sedan broşûrên derbarê jiyana Rêber Apo li gel belav kirin. Ev broşûr ji aliyê “Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan” ve hat amade kirin.
Broşûr li bazarê bajêr û cihên ku gel tê de kom dibe hatin belav kirin. Piştî ku berî demekê kurt disa cezayekê disîplînê li ser Rêber Apo hatiye birin, ji bo herkes berxwedana bêhempa ya ku Rêber Apo li Îmraliyê dide meşandin nas bikin, broşûr hatin belav kirin. Broşur qala jiyana Rêber Apo ji zarokatî heya pevajoya herî dawî li Îmraliyê dike.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.