MUNÎH- Di tevahiya çalakiyê de beşdaran bi xwendina pirtûkên Rêber APO hewl dan fikrên wî fêm bikin.
Di dawiya rojê de li ser mijarên hatin xwendin nîqaş hatin kirin û li ser fikrên Rêber APO nirxandin hatin kirin. Ciwanan bi taybetî pirtûka “Azadî wê bi ser bikeve” ya ku nû derketiye bi eleqeyekê xwendin.
Di dawiya merasîmê de biryar hat dayîn ku rojên xwendinê berdewam bikin, Berdevkê Komîteya Rêbertiyê Seyfettîn Heval di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek da.
Berdevk da zanîn ku Rêber APO 25 sal in di tecrîdê de û di odeyeke yek kesî de tê ragirtin û diyar kir ku ev 3 sal in destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ew ji tenduristiya wî bi fikar in.
Berdevk her wiha got, “Rêbertî ne tenê ya gelê Kurd, di serî de gelên Rojhilata Navîn mifteya çareseriyê ye. Fikrên Rêbertiyê mifteya çareseriya sedsala 21. e. Nayê qebûlkirin ku CPT û Konseya Ewropayê li hemberî vê rewşê bêdeng bin. “Em bang li hemû gelê Kurd û enternasyonalîstan dikin ku li dijî vê rewşê bikevin nava liv û tevgerê.”