NAVENDA NÛÇEYAN- Komeke ku xwe bi navê Artêşa Gel a Sîberê (ColdHackers CmG-TeaM) dide pênasekirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku wan li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a faşîst, dagirker, li dijî bi sedan malperên şîrketên Tirk ên dagirker çalakî li dar xistine û gelek malper hack kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Çalakiyên bi vî rengî yên ku em di warê aborî û dijîtal de pêk tînin, parçeyek ji têkoşîna mafdar a gelê Kurd e. “Em bi hemû hêza xwe dixebitin ku dengê gelê Kurd ê bindest bibihîzin û mafên xwe biparêzin, li dijî edaleta sexte û zilma dewleta Tirk rawestin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Ji Çapemenî û Rêya Giştî re!
Di 3’ê Hezîranê de ColdHackers CmG-TeaM êrîşek berfireh li dijî bi sedan malperên şîrketên Tirk pêk anî. Sedema vê çalakiyê weke tolhildana li dijî zext, zilm û binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd tê meşandin, hate diyarkirin. Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd bitirsîne û têkoşîna azadiyê bitepisîne bi salane bi awayekî sîstematîk polîtîkayên zilm û zordariyê dimeşîne.
Armanca vê êrîşê lawazkirina operasyonên leşkerî û siyasî yên hêzên dagirker bi xisarkirina binesaziya aborî ye. Her wiha berxwedana me ya li dijî polîtîkayên faşîst ên dewleta dagirker û qirkirin û zilma ku li ser gelê Kurd ferz dike ye. Weke Artêşa Gel a Sîberê, em ê bi van kiryarên xwe bêkêrî û lewaziya dewleta Tirk a dagirker derxin holê.
Êrîşên bi vî rengî yên ku em li qadên aborî û dijîtal pêk tînin, parçeyek ji têkoşîna mafdar a gelê Kurd e. Bi sekna li dijî edalet û zulma sexte ya dewleta Tirk, em bi hemû hêza xwe ji bo dengê gelê Kurd ê bindest bibihîzin û mafên xwe biparêzin, dixebitin. Weke Artêşa Gel a Sîberê em ê têkoşîna xwe ya li dijî neheqî û zilmê bi biryardarî bidomînin. Em ê li hemberî êrîşên dewleta qirker bêdeng nemînin û li her qadê berxwedana xwe bidomînin.
Bi vê minasebetê em bang li hemû rêhevalên xwe yên şoreşger û alîgirên xwe dikin ku di vê têkoşîna mafdar de li kêleka me bin. Silavên şoreşgerî û mil bi mil ji bo serketina têkoşîna me.”
3 Hezîran 2024
Rêveberiya ColdHackers CmG-TeaM
Artêşa Siber ya Gel”