NAVENDA NUÇEYAN- Di daxuyaniya Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) de hate gotin, “Em bang li gelê xwe yê welatparêz û ciwanên Kurd ên leheng dikin, ku li dijî faşîzma Tirk a qirker û dagirker xwedî li îradeya xwe ya azadiyê derkeve û bênavber li ber xwe bide.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku milîsên MAK’ê wê li dijî darbeya siyasî ya li hemberî îradeya gel bi gelê xwe re li ber xwe bide, mejiyê qeyûm ê faşîst li xaka Kurdistanê qebûl nekin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin ku bi ruhê berxwedanê yê li Wanê hate afirandin, di serî de li Colemêrgê, li tevahiya Kurdistanê bi xeteke xurt a çalakiyan bersivê bidin. Roj li dijî faşîzmê roja xwedîderketina li îrade û azadiyê ye. Roj ew roj e ku çeteyên qirker ên Tirk û mejiyê qeyûm ji Kurdistanê bê qewirandin.”