NAVENDA NÛÇEYAN – Arteşa Siberî ya Gel (ColdHackers CmG-TeaM) li ser malpera nûçeyan a dewleta Tirk (https://www.yerelhaberci.com.tr/) çalakiyek li dar xist.
Qeyûma devleta faşist a Tirk li ser Şaredariya Colemergê hate protestokirin. Koma ku malper hack kir, ji bo qirkirina siyasî, li ser malperê peyamek weşand.
Peyam wiha ye:
“Ev malper ji bo şermezarkirina qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê û di çarçoveya êrîşa me ya li dijî desteserkirina îradeya demokratîk a gelê Kurd de hatiye desteserkirin. Berxwedana me ya li dijî polîtîkayên mêtinger û faşîst ên dewleta Tirk a dagirker wê li her qadê bidome. Ev çalakî nîşaneya têkoşîna azadî û edaletê ya gelê Kurd e. Em ê li dijî zilma dewleta dagirker çalakiyên xwe yên propaganda û berxwedanê bidomînin. Em ê li hemberî vê êrîşa li dijî vîna gelê Kurd bêdeng nemînin. Em ê li dijî zilmê li Colemêrg û hemû Kurdistanê berxwedana xwe mezin bikin û polîtîkayên dewleta dagirker têk bibin. Êrîşên me ji bo azadî û edaletê wê bidomin!”
3 Hezîran 2024
“Rêveberiya ColdHackers CmG-TeaM”