QAMIŞLO – Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişloyê û li bajarokê Tirbêspiyê ji bo pişgiriya Hevbenda Gelan û Jin ji bo azadiyê di hilbijartinên şaredariyan de meşeke erebeyan hat lidarxistin.
Hilbijartin wê di 11’ê Hezîranê pêk werin. Rûxmê gefên dewleta Tirk hemû amadekarî ji bo hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.