NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê çalakiya li Mêrdînê li dar xist bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. YCWK’ê diyar kir ku çalakî di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” pêk hatiye û bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku rabin ser piyan.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me êvara 3’ê Hezîranê li dijî zîhniyeta qeyumê çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên me yên ku di dema çalakiya li Mêrdînê de bi polîsan re pevçûn derketin, careke din nîşan dan ku li Kurdistanê cihê zîhniyeta qeyûm a dagirker nîne. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan.”