NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li Herêma Metînayê;
2’ê Hezîranê saet di 08:00, 09:00 û 16:00 de li qada Mîskayê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan daran bibirin û bikevin çeperê.
3’ê Hezîranê saet di 16:40’î de li qada Mîskayê bi çekên nîv otomatîk li du komên dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran mirî û birîndarên xwe saet di 17:20’î de bi helîkopteran ji qadê birin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
2’ê Hezîranê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê li dijî dagirkerên ku hewl didan çekên kîmyewî bi kar bînin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin.
2’ê Hezîranê saet di 14:20 û 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
3’ê Hezîranê saet di 09:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran bi astekê xwe vekişandin.
2’ê Hezîranê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
2 û 3’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 27 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.
2 û 3’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
2 û 3’ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Kolît, Lolanê 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Dergelê û Serê Metîna 12 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
2’ê Hezîranê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.”