NAVENDA NÛÇEYAN – Yekiniyên Parastina Cevherî bi daxuyaniyeke nivîskî darbeya siyasî ya li dijî Şaredariya Colemergê protesto kirin û banga çalakiyê li ciwan û gelê Kurdistanê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Banga me bi taybetî ji bo ciwanên Kurdistanî û gelê me ev e: Em bi hemû yekîneyên xwe yên li Kurdistanê re, bi ruhê “WAN” bang li gelê xwe dikin ku berxwe bidin.”
Daxuyanî bi vi rengê ye:
Ji gelê me yê welatparêz û raya giştî re!
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe konseptek nû ya êrîş û qirkirinê daye destpêkirin. Tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemergê destpêka vê konsepta êrîşê ye. Rejîma faşîst bi polîtîkaya xwe ya kayimê êrîşên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayên me yên azadiyê pêk tîne, bi taybet li Rojava ku Rêber APO bi salan hîmê şoreşê bi destên xwe ava kir.
Em weke Yekiniyên Parastina Cevherî xwedî hêz û îrade ne ku em vê konseptê bi tevahî têk bibin. Îro gelê Kurd yê leheng bi kal û pîrên xwe re bertekên xwe li qadan nîşan didin. Lêbelê, ev tenê têrê nake. Banga me bi taybetî ji ciwanên Kurdistanî û gelê me re ev e: Em li gel hemû yekîneyên xwe yên Kurdistanê bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê “WAN”ê li berxwe bidin.
Bijî Berxwedan!
Em Hatin!
Yekiniyên Parastina Cevherî