NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Taxên Orman û Kişla yên Geverê li dijî polîsên faşîst, li dijî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sîdîk û tayînkirina qeyûm li şaredariyê li dijî polîsan bi teqemeniyên destçêkirî çalakiyek li dar xistin.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li taxên Orman û Kişla yên Geverê bi teqemeniyên destçêkirî êrîşî polîsan kirin.
Di vê xalê de berxwedana li dijî Erdogan û çeteyên wî yên ku dixwazin bi êrîşên qirkirin û îmhayê gelê me tine bikin çalakiyeke neçarî ye. Li Kurdistanê ji niha û pê ve her tevgerek rewa ye. Banga me ji hemû milîsan û ciwanên Kurd ên qehreman re ev e; Divê her ciwanê Kurd bi ruhê berxwedan û têkoşînê yê Rêber Apo dakevin qadan û li dijî zîhniyeta emanetê ji bo çalakiyan seferber bibin.
Îro roja tinekirina faşîzm û zîhniyeta emanetê ye. Roj roja veguhertina hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bibe qadên serhildanê yên azadiyê.
Bijî tekoşîna gelê me ya rewa û azadîxwaz.
“Bimre dewleta Tirk a metînger.”